Share |

Ji dîroka kurdî.. Kesayetî û helwest.. Xelek 12… Bobelata şalyarên Bermekiyan

Dr. Ehmed Xelîl ...Werger: Heyder Omer

 

Berê jî me dît, ku Xalidê Bermekî hevparê damezirandina dewleta Ebbasî bû, û Yehya kurê wî Harûn Erreşîd perwerde kir, û jiyana xwe xiste ber metirsiyê, da ku ew (Harûn) bibe xelîfe. û wî bi kurên xwe ve bi dilsojî ji bo rêvebiriya dewletê kar kirin, lê ewana bi bobelata giran  hatin perûkirin (xelatkirin). Gelo sedemên wê bobelatê ҫi bûn? Û bûyerên wê ҫawa qewumîn?

 

Jêderên erebî sê vebêjeyan hewal didin:

Sedemên bpbelata Bermekiyan:

Vebêjeya yekemîn: Xelîfe Harûn Erreşîd hez dikir, ku di demên vala de tev Cefer  rûne, û gelekî hez xûşka xwe El-Ebbase jî dikir, û da ku Cefer û wê vêkra amadeyî wan civatan bibin, ewî xûşka xwe li Cefer mehir kir, lê merc ew bû ku vêkra nezewicin, lê xûşka wî bi rastî hez Cefer kir, û tev geriya, ta ku nehênî pê re zewicî, û du kurik, El-Hesen û El-Huseyn,  jê peyda bûn, hîngê rabû herdu şandin Mekkeyê, da ji ber ҫavên xelîfeyî bi dûr de biҫin û perwerde bibin. Lê Efreta Harûn, a herî hezkirî; Zubeyda, bi zemawenda wan hay bû, û ji Harûn re hewal da, Harûn gelekî xeyidî, û Bermekî tar û mar tin.

 

Vebêjeya duwemîn: Gava Yehya El-Elewî xwe radestî El-Fedil kir, û wî ew bi xwe re bir Bexdayê, Harûn ew radestî Cefer kir, û şevekê ji şevan Cefer, li ser şoreşê,  lêpirsîn pê re kir, wî jî sûnd xwar, ku ew bê guneh e, dilê Cefer pê êşiya, û rabû ew serbest berda, û ferman da hinekan da wî bibin cihekî ewle li dervayî Bexdayê. Lê dijminên Bermekiyan ev yeka gihandin xelîfeyî, wî jî Cefer hanî û rewşa Yehya El-Elewî jê pirs kir, Cefer got, ku min ew serbest berda, ji ber ku bê guneh e. Harûn gotê: Te baş kir, lê kuştina Cerfer kir seriyê xwe.

Vebêjeya sêyemîn:Bermekî bûn xwediyên hêza giran, û mal û milk û gund û sera û mêldarên wan jî pir bûn,  xelk ji bo ҫareserkirina hewceyên xwe diҫûn ba wan, lê nediҫûn ba xelîfeyî, û Yehya jî hin daxwazên Harûn, ku dixwast cariyeyên ciwan bi sedhazarên dînaran bikire, bi cih nedihanîn, û Harûn tirsiya, ku piştî mirina wî, ewana dest bidin ser dewletê. Dijminên Bermekiyan, ҫi Έreb û ҫi jî Faris, ev  tirsa xelîfeyî bi kar hanîn, û nûҫeyên derew ҫêkirin, û bi riya helbestekê, gihandin xelîfeyî. Ew helbest li ser zimanê helbestvanekî nenas bû, ku helbesta xwe ji xelîfeyî rê dibêje:

Va ye kurêYehyawektebûyeqeral / sînorek di navbera we de nîne.

Tirsa me ewe,kumirinêbirî / ewjibomilkêtewarisbimîne”.

 

Mebestji“ KurêYehya” CeferêBermekî ye. Bandoranûҫeyênderew li serxelîfeyîgiranbû, vêlomêbiryarakuştinaBermekiyanwergert.

Dîroknasênpêbawerhewaldanyekem (zemawendaCefer û El-Ebbaseyanehênî)  bi dûr de xistin, û nepejirandin, lêewanaserbestberdanaYehya El-Elewîdagerandin,  û bi ser de  tirsaHarûnjimêldariyaBermekiyan  bi serŞîeyan de, kupiştîmirinawî,  wêxîlafetêbidindestŞîeyan, vêlomêewîbiryarakuştinaBermekiyanwergirt([1]).

Bûyerênbobelatê:

Sal (187k -803z) bû, rojjîPêncşembû, HarûnjiserjêkerMesrûrxwast, kukonekî di hewşaserayê de vene.CeferêBermekî, wek her car, derbascivataHarûnbû, û silav da wî, wîjîbaştirsilavlêvegerand, û pê re keniya.Ceferboҫûnawî li serhinnameyên, kujideverêndewletêhatibûn, pirskir, û paşêjîdestûraҫûyînaber bi Xurasanê de, wekkuHarûngotibûwî, jêxwast, lêHarûngotewî, kuҫûyînaxwerojekê bi paş de bixerojaÎnê. Cefervegerîserayaxwe, û hînanûgihîştibûserayê, HarûngoteMesrûr, kuCeferbîne, û seriyêwî, di bin kon de, bibirre. Mesrûr bi lezҫû, destûrxwast, û derbasbaCeferbû, wîjîhînanûcilênxwejixwekiribûn da bêhnaxwe bi derxîne, û gotê:

-Ezbenîxelîfetedixwaze.

-Cefer (bi tirs): Ez a nakajicemwîderketim, ҫiheye?

-Mesrûr: Da tunameyênjiXurasanêhatine, bixwînî.

GavaCefergihîşteserayaxelîfeyî, leşkerên, kuparêzerênwîbûn, jêve bi dûrxistin, û Mesrûrewbirequbbeyê. Ceferdît, kuva ne şûrek û hewzûkîҫermî, kutê de seriyandibirrin, li wir in, wêhîngêCefer bi metirsiyê hay bû, û goteMesrûr:

-BirayêMesrûr! Ҫiheye?

-Xelîfeyîfermanabirrînaseriyête da min.

-Cefer (digrî û dest û piyênMesrûrradimûnse): Birayê min! tuqedr û nirxên min li baxelîfeyîdizanî, heyehinekannûҫeyênderewgihandinewî, egertu min serbestberdî, ezêsedhezardînarbidimte.

-Mesrûr: Ҫarenîne.

-Cefer: Min bibebaxelîfeyî, eger min bibîne, heyedilovan û toleransbibe.

-Mesrûr: Ҫare li vêjînîne.

-Cefer: bêjewî, kuteezkuştim, û binerkawêҫibêje. Eger ezxwaşbimînim, ezênîvê mal û milkêxwebidimte.

-Ceferdigrî û tikayandike. Mesrûrşûrêwîbir, û ewradestîҫelҫavdêrankir, û ҫûbaxelîfeyê, kuxeydokrûniştibû, gavaҫavênwî li Mesrûrketin, gotewî:

-Teҫi bi Ceferkir?.

-Mîrêmumînan, min ewkuşt.

-Kanîseriyêwî?

-Di qubbeyê de ye.

-Ka, a nakabîne.

Mesrûrlezand û ҫû qubbeyê, Ceferjînimêjdikir, lêwînehêştkunimêjaxwe bi dawîbîne, hemaseriyêwîbirrî, û bi rihawîgirt û bir, û hînaxwînjêdiherikî, danîpêşHarûn. Harûn bi aramîbêhnveda, û bi xeyd li gelseriyêCeferaxifî, û lomelêkirin.

Harûnferman da, kuseriyêCefer li Bexdayê, li serpiranavend, bi dar vekin, û termêwîbikin du qet, qetekî li serpirabilind, û qetêdin li serpiranavend bi dar vekin, û Yehya û El-Fediljîbigrin û bixinzêrzemînê, û hemîBermekiyan û mêldar û karmendênwanbigrin, sera û kampênwantalanbikin, û bang xelkêbikin, ku her kesekBermekiyanbihewirîne, wêbêewlebimîne. Bi sibeharojaŞemiyêrederdorahezarkesênBermekiyan û karmendênwanhatinkuştin, û yênmayînjîşerpezebûn. 

Yehya, piştîdîlîtiyagiran, li bajarêReqqayêSûriyêsala (190k – 805z) mir, û El-Fediljîsala (192k – 808z) di hemanzîndanê de mir. Bermrkiyêndinşerpezebûn, û Harûnfermanderxist, kutolêji dost û karmendênBermekiyan, ҫi jin û ҫi mêr bin, hildin.

Piştîbobelatê, û mirinaHarûnErreşîd bi ҫend salan, Mihemed Bin XessanEl-Haşîmî; îmamêmizgeftaKûfayê, got: Rojacejnaqurbanê, ezderbasbadiyaxwebûm, min jinekedurvxwaşik bi cil û bergênrizyayî li bawêdît. Diya min got: Tuvêjinêdinasî? Min got: Na. Got: EvdiyaCeferêBermekî ye. Min rêzawê girt, û jêpirskir: Te di jiyanaxwe de ҫîyêsusretdît? Got: Kurê min, cejnekmînavê bi ser min de hat, ҫarsedcariyeyanxizmet min dikirin, û va ye evcejn bi ser min de hat, û min tenê du qetênҫermêberxanhene; yekî bin xwe de radixim, û yê din bi serxwevedikim. Min pêncseddînardanê, hemajişadbûnêdikirbimira.

Hinekdîroknasangotin, kupaşêHarûn bi sitema, ku li Bermekiyankir, hay bû, û bi giranîgiriya, û li kiraxwepaşmanbû([2]).

 

([1]) IbinXellîkan: Wefeyat El-Eỉyan: 1/ 334 – 336 El-Îtlîdî: Newadêr El-Xulefai, rû 176 – 180.Etteberî: TarîxErrusul we El-Mulok, 8/242. IbinXeldûn: TarîxIbinXeldûn, 1/20-22, 3/280. Ibin El-Esîr: El-KamêlfîEttarîx, 6/87.

 

([2]) El-Îtlîdî: Newadêrelxulefai, rû 172 – 180.IbinXellîkan: WEfeyat El-Eỉyan, 1/338 – 339. Ibin El-Cewzî: El-Muntezem, 9/126 – 135. Ennuwerî: Nîhayet El-Ereb: 5/93.