Share |

Ji dîroka kurdî: Kesayetî û helwest...Xelek 1...Şah Deyako...Damezrênerê şahnişîna Med

Dr. Ehmed Xelîl.... werger: Heyder Omer

Rewşa Medan

Med pêşiyên Kurd in, ji şeş êlan pêk hatibûn. Herodotus dibêje; ew êlan ev bûn (Bossî, Parîtasîn, Sturokatî, Erîzantî, Bodî û Magî). Rast e, ku zimanê medî di nav êlên wan de hevbeş bû, lê wan nakokiyên êlî jî hebûn, û di heman demê de, şahnişîna Aşûr dest dabû ser wan, û carcaran ew talan dikirin, û komkujî pêk dihanîn, û dîl dikirin kole, û her der kavil dikirin.

Med têgihêştin, ku bi vê şerpezebûnê nikanin li hember împeretoriya Aşûrrû bi rûbibin, û tenê hevgirtin riya rizgariyê ye. Rêvebirekî pendiyar û wêrek di nav wan de diyar bû, navê wî Deyako /Daiku kurê Feraort / Phraort bû. Ew bi Deyoko û Dehyako jî dihate navandain, û di jêderên Farisan de bi Keyqubad, û di hin jêderênYonanan de bi Diyosîs /Dioces jî tê navandin.

Werin em guh bidin Herodotus, ka li ser vî pêşewayî ҫi dibêje:

Med di gundên ji hevdûr de dijiyan, û wan desthilata navend tûnebû, tevlihevî di nav wan de, û sitem li se rwan giran bû. Mirovek ji gundekî Medan diyar bû, navê wî Deyako kurê Feraort bû, gelek pendiyar bû, û dixwast bi bepêşewayê miletê xwe, ewî bawer kiribû, ku dadmendî û sitem hevdij in, û bi carekê li hev nakin, belê nakokiya wan herheyî ye. Rabû pilanek gerand, û dadmendî bi hewesdarî li navêla xwe pêkhanî.

 

Navdariya Deyako:

 

Deyako banga dadmendiyê hilda, pêre jî xelkê guhdan şêwra wî, û pêhay bûn, ku boҫûnên wî pendî ne, biryarên wê dadmendî ne, û ji bo careserkirina nakokiyên xwe her diҫûn bawî, da ҫareser bike, û ji ber ku ewî dixwast bibe şahê miletê xwe, ew hewesdar bû, ku dadgerekî dadmend be. Pêre jî di gundê xwe de nav da, û navdariya wî gîha gundên derdorê, yên ku gelek sitem bi sernişteciyên wan de dihat, û gava wan dadmendî û pendîtiya biryarên wî bihêstin, ji her herêman de ҫûn bawî, da nakokiyan wan ҫareser bike, û pê bawer kirin.

Her ҫû, Medî, ji bo ҫareserkirina aloziyan, bi piranî diҫûn ba wî, bi aqilmendî  û dadmendiya biryarên wî piştrast bûn, û bi vî awayî li gel alaoziyên wan pir mijûl dibû. Demek ҫû, bi behaneya, ku nikare her tim bi karên xelkê mijûl bibe, û destjiyên xwe jî ber de,  ewî ragihand, ku nema bi tiştekî wan mijûl dibe, û nema li wî cihê, ku lê rûdinişt, û aloziyên hevdijan ҫareser dikir, rûdine. Pê re jî careke din dizîn pir bû, û tevlihevî ji berê bêtir bû.

Gava alozî û piroblem pir bûn, rêberên Medan bi hevdû şêwirîn, ka divê ҫi bikin. Gurûpek ji wan bawermendên Deyako bûn, ewana di encûmena şêwrê de ragihandin, ku jiyan gelek giran bûye, û rewş jî her diҫe xirabtir dibe, û gotin: a ҫêtir ew e, ku em şahekî ji xwere peydabikin, da kar û barên me bi rêve bibe, û bi dadmendî hikumdarê welêt be, û aloziyên me ҫareser bike, û em jî kar û barên xwe bikin, û bi sedema vê tevliheviyê neҫare nebin, ku dest ji zevî û ҫêreyên sewalan berdin.

Rêberên din bi bo ҫûna wan qayîl bûn, û hemiyan li hev kirin, kuşahekî peyda bikin, da kar û barê welêt bi rêve bibe.

Navê Deyako hat pêşniyar kirin, ku bibe şahê Medan. Hemiyan pesna wî dan, û pendiyarî û dadmendiya biryarên wî bilind nirxandin, û li hevkirin, ku ew bibe şah, û gava rêkeftin û nerîna xwe gihandin wî, ji wan xwast, ku serayeke, ku layiqî wî ye, jêre avabikin, û hêza parastina wî jî peyda bikin. Meda ev daxwazên wî pejirandin, serayeke mezin jêre avakirin, û mafê bijartina hêza xwe parastinê jî dan wî, ku wek dixwaze, ji xwere hilbijêre.

Damezirandina şahnişîna Med:

Gava Deyako li ser textê hikumdariyê rûnişt, ji Medan xwast, ku bajarekî mezin avabikin, hemî ji dêvla gund û bajarokên biҫûk, werin di vî bajarî de niştecî bin, û bajar jî bibepaytexta welêt. Medan erêkirin, û bajarê, ku îro bi navê Ekbatana / Ecbatana (Amedan/Hemdan) tê naskirin, ava kirin. Ev bajar di geliyekî zevî dewlemed û dîmen ciwan de hate avakirin, ava berfa, ku li ser tepelên ҫiyan, diheliya, ew gelî avdida, û cihê wî bajarî jî ji hêla aborî de pir giring bû, ji ber ku li ser riya bazirganiya nevde wletî, yaku bi navê (riya herîr) tê nasikirin, diket.

Bajar di wê newalê de li ser girekî hat avakirin, sûrên bilind û hêzdar bi awayê xelekan li derdora wî hatin avakirin, ew heft xelekan bûn, her yek ji ya pêşî bilindtir bû, û cihê bajêr ê bilind li gorî vê pilanê bû, û seraya şah û her gencîneyên pêve giradyî li dawiya bajêr bûn.

Kevirên sûra pêşî spî bûn, û yên sûra di peyre reş bûn, û kevirên sûrên din qirmizî û şîn û purtiqalîbûn. Kevirên van her pênc sûran hatibûn boyax kirin, û kevirên herdu sûrên dawî bi rengên zîv û zêr hatibûn boyax kirin. Deyako ev sûrên hêzdar ji bo parastina xwe û seraya xwe avakirin, û xelkên din jî xaniyên xwe li dervayî sûran avakirin.

Piştî ku bajar hat avakirin, Deyako dest bi rêwresmên şahnişînê kir, di vê hema kesek jî nêzîk wî nebe, kesê, ku tiştek jêre divê, divê di riya sekretêr û nûҫe gîhanan re daxwaza xwe bişîne, cihê ku ew lê be, ken û tifûkirin qeqxeye. Deyako ev tedbîr an, ji bo xwe ji rêberên Medêndin biparêze, peyda kirin,  ҫimkê ewana jî hem ji malbatên navdar bûn, û hemî wêrek û leheng bûn.

Piştî ku Deyako bû şah, û zagonên şahnişînê danîn, dest bi karê dewletê kir, refên Medan kirin yek, û rêbaza xwe, ku bi alozî û karên xelkê mijûl dibû, domand, û nakokiyên wan ҫareser kirin. Deyako bi diqetiyê û qutobiriyê navdar bû, hêzên parastinê  li tevayê şahnişînê belav kirin, da hayawî ji pergalagel hebe.

Rêwresim ew bû, ku kesê tiştek diviya bû, divê daxwaza xwe nivîskî bo şah bişîne, şah jî dê lêbinere, û birayara xwe bide, û eger bibihîsta kesekî li yekî din daye, ferman ew bû, ku wî kesî bînin paytextê, ew dad û sezadikir.

Piştî van tedbîran hemiyan, Deyako hêza Med a şervan amade kir, û da ser şahnişîna Aşûr, lê şoreşa wî têkҫû, û ew jî dîl ket, û li gel hin şêwirmend û xebatkaran, bo bajarê Hemayê Sûryeyê hat surgin kirin, paşê hate vegerandin, û li şahnişîna Aşûr hatezîndan kirin, an jî ew kirin dîlê rûniştina neҫarî, û li derdora sala (675/674) b.z mir, û kurê wî Xeşaterît /Khshathtrita şûna wî girt([1]).

 

([1]) Herodotus: Tarîx Hêrodot (Dîroka Herodotus), rû 77-80. Dyakonov: Mîdya, rû 143, 146. Arşak Safrastiyan: Kurd û Kurdistan, rû 24, 25. Dîlabort: BîladmabeynEnnehreyn, rû 308. Ebdilhemîd Zayêd: Eşşerq Elxalêd, rû 571.