Share |

jiyan û xebata rojnameger Huseyîn Denîz di pirtûkekê de

 

Di salvegera 20. a şehadeta rojnameger û nivîskar Huseyîn Denîz de, pirtûka li ser bîranîna wî ya bi Kurdî bi navê (HUSEYÎNCAN) û bi Tirkî (CAN HÜSEYİN) hatiye nivîsandin li Weşanxaneya Mezopotamya derket.

Rojnameger û nivîskar Huseyîn Denîz di sala 1992an de roja 9ê Tebaxê li sûka Serêkaniya Rihayê ji aliyê Hizbûlkontra yên dewleta Tirk ve bi xafiltî û xayintî hatibû gulelêdan û roja 10ê Tebaxê li Nexweşxaneya Amedê jiyana xwe ji dest dabû. Ev bîst sal in kujêrên Huseyîn Denîz ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine eşkerekirin. Di pirtûka li ser bîranîna Huseyîn Denîz hatiye nivîsandin de hûnê karibin nivîsandinên wî, bîranînên hevalên wî li ser nivîsandine,  nûçeyên di derbarê şehadeta wî de derketine û dîsa pê re biçin wan salên dijwar û dîroka çapemeniya Kurd, herwiha çîroka xebatkarên kevneşopiya çapemeniya azad, Ozgur Gundem û yên din û wan rojan bi hestedarî bi bîr bînin. Wekî din wêneyên Huseyîn Denîz jî di pirtûkê de cih digrin.

Pirtûk dikare li Ewropa li Weşanxaneya Mezopotamya, li Tirkiyê jî li Weşanxaneya Aram were peydekirin. ISBN: 978-3-941012-58-5

 

 

Hesen Huseyîn Denîz