Share |

Kamkaran û Behcet Yehya ji bo nexweşên kanserê stran gotin

Koma Muzîkê ya Kamkaran û hunermend Behcet Yehya ji bo piştgiriya nexweşên kanserê li bajarê Hewlêrê konserek dan. Di konserê de ku solîstiya wê Behcet Yehya dikir, ev stran hatin gotin: 'Şîna Çi, Eşqa Îlahî, Hawara Wicdanê, Rêya Evîndaran, Dilê Spîde.'

Behcet Yehya diyar kir ku 21 sal e li Hewlêrê konser nedaye û got: 'Şertên giran ên jiyanê derfet neda min ku ez li Hewlêrê konserekê bidim. Piştî wan çend salan ez hatim welatê xwe û ba gelê xwe. Evna jî cihê şanaziyê ye. Dahata vê konserê dê ji bo nexweşên kanserê bê veqetandin. Îşev li vir me dît ku ka mirov çiqas qîmet didin tenduristiyê û li hemberî hunerê çiqasî rêzdar in. Ev bi rastî jî mirov kêfxweş dike.'

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, hinek parlamenter, karsazên xêrxwaz û muzîkhez beşdarî konserê bûn. Koma Kamkaran jî awazên hem bi Kurdî û hem jî bi Farisî gotin.

 

BasNews (Silêmanî):