Share |

Komeleya Nivîskaran li Amedê Xelata Rûmetê da Ehmed Huseynî

Roja yekşembê rêkeftî 8-9 li navenda Cegerxwîn li bajarê Amedê, bi beşdariya serokê şaredariya mezin a Diyarbekirê birêz Osman Baydemir û gelek sazî û dezgehên rewşenbîrî û hezkiryên helbestvanê kurd Ehmed Huseynî, Komeleya Nivîskarên Kurd ku wek yekem çalakîiya xwe di bin rêveberiya xwe ya nû de, xelata rûmetê pêşkêşî helbestvan navdar Ehmed Huseynî kir.

Di destpêka ahenga xelatkirinê de bi deqeyek rêzgirtin bo giyanê şehîdan hate rawestandin, û paşê serokê nû yê komeleya nivîsakrên Amedê Mihemed Yilmaz axaftinek kurt kir, û behsa sedemên hilbijartina Ehmed Huseynî û layiqdîtina wî bo vê xelatê kir, û got ku em Ehmed huseynî wek şervanekî azadiyê ku ji rojavayê Kurdistanê û li kêleka şervanên azadiyê tê, û em wî xebatkarekî mezin dibînin ji ber ked û emeka wî di derbarê zimanê kurdî de û helbestên wî ku ji 30 salan de dinivîse me wî hêjayî ve xelatê dît û emê salane vê xelatê pêşkêşî nivîsakrekî hêja bikin, her weha birêz Osman baydemir jî axaftineke kurt kir û sipasiyê xwe arasteyî komeleya nivîskarê kurd kir û serkeftin ji karên wan re xwest û amadekariya xwe xuya kir bo her alîkariyê, û Ehmed huseynî Pîroz kir bo xelatkirina wî, her weha hin helbestên Ehmed Huseynî ji layê hin nivîskaran ve hatin xwendin, û paştî serokê Komelê xelat pêşkêşî Ehmed Huseynî kir, Huseynî peyvek pir bi hest û bi êş pêşkêş kir ku îro ew ji rojava tê û rojava di bin şêrt û merçên dijwar de ye, şer û koçberî û kuştin û bi hacetî hevkariyê ye, û bi sinivziyonekê li ser jiyana Helbestvan Ehmed Huseynî, û imzekirna dîwanên xwe Aheng bi dawî hat.

 

 

Hozan Emîn -Amed

SemaKurd