Share |

Konê Reş û Cegerxwîn û Ez û Konê Reş … Idrîs Hiso:

 

 

 

Berî çend rojan nivîskar û helbestvanê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo, Bajarê Evînê ji min re hejmarek pirtûkên xwe bidiyarî şandin, ez ji dil spasiya wî dikim û vê diyariyê bi diyariyeke mezin û buha dizanim

Yek ji wan pirtûkan berhemê herî dawî yê berêz Konê Reş e, pirtûka binavê Ez û Cegerxwîn e. di pirtûka (Ez û Cegerxwîn) de mirov dikare bi zimanekî şêrîn û xweş çîroka çawaniya naskirina Konê Reş bi seydayê Cegerxwîn re û dostaniya wan bixwîne û binase.

Di pirtûkê de Konê Reş behsa sê helbestên xwe dike ku ew di boneyên cuda de di pesnê Cegerxwîn de nivisandine û xwendine, herwiha behsa beşdarbûna xwe di sê festîvalan de ku li ser berhem, xebat û jiyana Cegerxwîn hatibûn lidarxistin, ew jî Festîvala sedsaliya jidayikbûna seydayê Cegerxwîn li Ameda Bakurê Kurdistanê sala 2003an, Festîvala Cegerxwîn li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê sala 2008an, ku bo sê rojan 10,11,12.02.2008an berdewam kir û gelek nivîskar û lêkolîner û helbestvan ji seranserî Kurdistanê têde amade bûn û gelek gotar û lêkolîn li ser helbest û berhemên Cegerxwîn hatin pêşkêşkirin dike, Kon di pirtûka xwe de behsa beşdarbûna xwe di festîvala Cegerxîn li Batmana Bakurê Kurdistanê sala 2010an de ku di bin navê (Cegerxwîn: Yê ku peyv ji Ezman daxist erdê) hatibû lidarxistin jî dike.

Di pirtûkê de mirov pêwendiyên di navbera seydayê Cegerxwîn û hejmareke serkirde û kesayetiyên Kurdistanê de mîna mîr Celadet Bedirxan, apê Osman Sebrî, Qedrî Can û Hemîdê Derwêş û hin kesayetiyên di nasdike, ew pêwendiyên ku bi rêya nivisandinên wan kesayetiya û nivisandinên Cegerxwîn de di kovara Hawarê de dihatin belav kirin, û kî ji Konê Reş bêhtir dikare ji me re behsa naveroka kovara Hewarê bike?!.Konê Reş di wan salên zor û zehmet de Cegerxwîn nasdike û dikeve bin bandora şîret û karê wî de, û ji wê hingê ve, û ev bêhtir ji 40 salî ye Kon bi Kurdî berdewan dinvîsîne.

Ji destpêka salên 2000an ve min bi rêka xwendina bi Kurdî Konê Reş naskir û di sala 2019an de yekem car ez li mala wî bûm mêhvan, herwisa di heyamê heftemîn festîvala navdewletî ya fîlman a Duhokê em çend rojên xweş bi hevre man, Kon hemîşe digot: Idrîs temen kin e û têra her tiştî nake, lewma mirov divê her kêlîkekê ji temenê xwe bê xwendin û nivisandin derbas neke, berdewam kaxet û pênûs pê re bû, her tişt dinisand.

Kon pênûsa Cegerxîn bê nivisandin nehişt, nihşt ku hibra wê zuha bibe, em jî li tenişt Kon heman rêyê dişopînin û em dê rênedin ku ku hibra pênûsa kurdînivîs zuha bibe, em dê herdem wê çalak û zindî bihêlin.Hewlêr 04.10.2021 Kaynak: Idrîs Hiso: Konê Reş û Cegerxwîn û Ez û Konê Reş

 

Hewlêr 04.10.2021

 

 

RUPELA NU