Share |

Kurmanciya dîwana „HELBESTÊN EVÎNÊ“ ya helbestkarê Elman Erich Fried hat weșandin

Bergê  Dîwana „HELBESTÊN EVÎNÊ“
Bergê Dîwana „HELBESTÊN EVÎNÊ“

Herî dawî, weșanxaneya tîr-verlag ya elmanî wergera Kurmancî ya dîwana„HELBESTÊN EVÎNÊ“ ya helbestkarê Elmanî Erich Fried, ji wergera nivîskar û wergêr Abdulkadir Musa û begr û rûpelsaziya șêwekar Katarzyna Sala, weșandin.

Pirtûk ji 112 rûpelî ye û serancama pirojeya wêjeyî ya wergera ji Elmanî bo kurmancî ye, ku xelata Radial ya karê wergerê, ji hêla Fonda wegera elamnî ve, di sala 2021ê de wergirtiye.

 

Ev pirtûk ji 93 helbestan û pêșgotineke têr ku ji hêla wergêr hatiye nivîsandin, derbarê helbestkar û helwestên wî yên mirovane beramber cîhanê û hûrgiliyên wê yên sext, mîna cengê, evînê,pakirina regezî, mirin û koçê, ku helbestkar bi sazkirina cîhanke helbestî ya cihêwaz ji dem û çîroka jiyana xwe ya bi êș- di dema cenga cîhanî ya duwem û pașê-, mîna kesekî ji malbateke cihû û nivîskarekî çalak, mijûl dibe.

 

Wêjehezên kurmancî dikarin di rêya vê linkê re xwe bigihînin pirtûkê:

 

https://www.tir-verlag.com/shop/helbesten-evine/

 

Erich Fried; Nivîskar û helbestkarekî cihû yê elmanînivîs e, ew di sala 1921an de li Viyenayê jidayik dibe û li wir mezin dibe. Di sala 1938 an de ji ber Naziyan penaberî Londonê dibe, û bi awayekî namo li ser piyan dimîne. Piștî cengê ta bi sala 1968 an di bernameya BBC ya elmanî de șîrovekariyê dike. Di sala 1963 ê de dibe endamê „koma 47“ a. Shakespear werdigerdîne. Di sala 1966 an de komê û Vietnam û gengeșeyeke dirêj û berdewam ya helbesta ramyarî bidawî tîne. Di salên pey re Fried dest tavêje kêșeyên ramyarî û wan li pey hev eșkere dike. Qedexekirin dozan dinixumîne. Ta şêst saliyê ew navdar nebû û xelat wergirtin. Ew demeke dirêj bi giranî nexweș bû, di sala 1988 an de, di gera çalakiyên xwendinê de, koça dawî dike.

 

Abdulkadir Musa; Nivîskar, wergêr, pisporê koçberiyê û yek ji pêșengên rêbaza afrîneriya anarșî ya wêjeyî ye. Ziman û wêjeya ferensî li zanîngeha Helebê û șêwirmendiya civakî li peymangeha bilind ASH a Berlinê xwendiye. Xelata kar ya taybet bi wêjeya Neelmanî, ya desteya çand û Europa, 2018 an û xelata- Radial ya fonda wegerê ya elmanî, 2021 wergirtiye. Ew beșdarî mehrîcan, konferans û kargehên helbest û helbestwergeradinê yên cîhanî bûye. Deqên bijarte yên helbestkarên mîna „Erich Fried, Friederike Mayröcker, Mahmoud Darwish, Tal Nitzán, û hwd.”ji elmanî û erebî bo kurmancî wergerandine. Nivîs û wergerên wî di antolojî û kovarên helbestê yên cîhanî de, bi kurmancî, elmanî, erebî, ferensî, ingilîzî û ibrî hatine weșandin.