Share |

Li 4 saziyên kurdî qursên bi kurdî dest pê dikin

Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Anka--Der, Med-Der û Birca Belek qursên zimanê kurdî dest pê dikin. Yên bixwazin dikarin serî li wan bidin.

 

Li Enstîtu bi Kurmancî, Soranî û Kirmanckî

 

Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi sê zaravayan, bi kurmancî, kirmanckî û soranî ders dest pê dikin. 15'ê vê mehê dê ders rû bi rû dest pê bikin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li Unkapaniya Fatihê ye.

 

Ji bo têkilî: 0552 804 1984

 

Li Anka-Derê jî bi sê zaravayan ders hene

 

Komeleya Ziman Çanr Hunerê Anka-Der li Enqereya Tirkiyeyê karên xwe didomîne. Anka-Derê bi kurmancî, kirmanckî û soranî dê qurs li dar bikevin. Anka-Der li Kiziliya Enqereyê ye.

 

Ji bo têkilî: 0312 418 6604

 

Ji Med-Derê ji bo zarokan ders

 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (Med-Der) li Amedê xebatên xwe didomîne. Komeleyê niha ji bo zarokên di navbera 7-10 û 11-14 salî qursên kurmancî dan dest pê kirin. Yên bixwazin zarokên xwe bibin  dikarin ligel saziyê bikevin têkiliyê. Ders bi kurmancî û kirmanckî ne.

 

Ji bo têkilî: 0541 195 1703

 

Li Birca Belek qursên kurdî, erbane û tembûrê

 

Birca Belek ku li Cizîrê karên xwe yên çand û ziman didomîne niha dest bi qursan kir. Vê havînê komele di warê kurdî de qursê bide. Ji bilî ziman qursên wan ên wekî erbane û tembûr jî hene.

 

 

 

Not: Saziyên ku xebatên wisa didomînin û haya me jê tune be, haya me pê bixin emê agahiyên wan jî belav bikin.

 

 

diyarname