Share |

Li Amedê 'Rojên Wêjeyê' li dar dikeve

 

 

 

Li Amedê bi navê "Rojên wêjeya berawirdî yên Amedê 4" rojên wêjeyê li dar dikevin. Di çalakiya ku di navbera 21 û 30'e vê mehê de dê li dar bikeve de gelek mijarên cuda hene.

 

îsal 4'emîn Rojên Wêjeyê li dar dikeve. Wêjegeh Amed îsal bi piştgiriya Weşanxaneya Lîs, Weşanên Aras û Everestê vê çalakiyê li dar dixe. îsal dirumşa wê "Heqîqeta Di Zimanê Xeyalê De" ye. Amadekaran li ser vê yekê wisa gotiye, "Di pêwendiya heqîqî ya derbirana afirîner de pişta xwe dide tiştê ku civakî ye û li ser hûr dibe da ku di gelek qadan de, yên wekî wêjeya di gelek zimanan de, zanistên civakî, muzîk, fotograf, sînema û hunera hevçax, biaxive; û li ser çîrok, heqîqet û xeyalê hevokan saz bike."

 

Mêvanê Rûmetê yê îsal Îhsan Colemêrgî ye. Merasima destpêkirina çalakiyan wê roja 21'ê mehê saet 18,30 de dest pê bike û axaftina  destpêkê dê Zulfu Livaneli bike. Di mehan kêliyê de ji Weşanxaneya Everestê Saaden Ozen, ji Komeleya Wêjekarên Kurd Haci Ozkal, ji Sendîkiya Nivîskarên Tirkiyeyê ya Amedê Vecdi Erbay û ji Yekîtiya Nivîskarên Duhokê Hesen Silêvanî dê biaxivin. Paşê jî heman rojê saet 20'an de dê Şeva Helbestê li dar bikeve.

 

Di 9 rojên çalakiyên de li ser çîrokê, romanê, helbestê, li ser sînema û muzîkê, dîsa li ser wêje û zanistên civakî, hunera hemdem û siyaset, tehayula standardîzasyona ziman, wêjeya ekolojîk û gelek mijarên din panel li dar bikevin.

 

Axaftina dawîlêanîna Rojên Wêjeyê dê ji aliyê mêvanê rûmetê Îshan Colemêrgî ve bê kirin.

 

Di nav bernameyê de ji bo zarokan jî bername heye ku li Zarok MA'ye li dar bikeve.

 

Îhsan Colemêrgî mêvanê rûmetê yê bernameya îsal e ku wê bi Kurdî û Tirkî bê çêkirin.

 

Diyarname