Share |

Li Helebê semînerek li ser jiyana Dr. Nûredîn Zaza hat dayîn

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî semînerek li ser jiyana Dr. Nûredîn Zaza û xebata wî da.

 Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî semînerek li ser jiyan û keda Dr. Nûredîn Zaza da. Semîner bi tevlêbûna nûnerên partiyên sivîl, partiyên siyasî û mamoste li navenda malbendê ya li taxa Şêxmeqsûdê hate dayîn.

 

Semîner bi zimanê kurdî ji aliyê endamên malbendê Hişmend Şêxo ve û bi zimanê erebî ji aliyê Leyla Xalid ve hat dayîn.

 

Hişmend Şêxo behsa jiyana Dr Nûredîn Zaza, cih û dîroka jidayikbûna wê, astên xwendina wî û keda ku daye, kir û got, ʹʹDr. Nûredîn Zaza, siyasetmendarekî Kurd e, sala 1919ʹan li Bakurê Kurdistanê jidayik bûye, li Beyrûtê xwendin û xwendina xwe ya bilind li Siwîsarayê temam kir. Di sala 1949ʹan tevî çend hevalên xwe Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê ava kir û Kovara Dengê Kurdistan derxist. Di sala 1956ʹan de xwendina master di zanistên perwerdehî de bi dawî kir û vegeriya Sûriyê. Di sala 1957ʹan de tevahî çend hevalên xwe Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê ava kir ku yekemîn partiyek Kurd li Sûriyê bû û wekî serokê partiyê hat hilbijartin."

 

Şêxo îşaret rêgezên ku Dr. Nûredîn Zaza bal dikişandin ser kir û wiha domand: "Yek: Di vê rewşa dîrokî ya pêşketî de mafên gelan êdî ne biryar an dane ji rêzê ne ku di rûpelan de werin xêzkirin. Duyem: Nîjadperestî dibe sedema jihevxistina têkiliyên Kurd û Ereban, ji wê zêdetir guman û bêbaweriyê di navbera herdu gelan de çêdike. Sêyem: Divê zimanê kurdî di qadên navneteweyî de were pêşxistin, ji ber ku zimanekî zindî ye, pevyên wê, wêjeya wê û mûzîka wê di gelek radyoyên cîhanê de tên parvekirin."

 

Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.

 

 

ANHA