Share |

Li ser wergerandina helbestê semînarek li Duhokê

Di rêze çalekiyên xwe ye havînî de Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok li roja 23/6/2022 Dr. Arif Hîto simînarek li bexçê yeketîya Nivîskarên kurd - Duhok pêşkêş kir û têde behsa  proseya wergerandinê û wergerandina helbestê, .

Her weha Hindek helbestên Mehmod Derwîş ji pertûka Gulên Xwînê ya wî wergêray xwendin , li dawî yê pertûk îmza kir û belav kir . Nivîserê hêja Hekîm Ebdula êvarî birêve bir.