Share |

Li Silêmaniyê pêşangeha hevbeş a jinên Rojava û Başûr hat vekirin

Pêşangeha bi navê ‘Deng Pirengekan’ ya jinên şêwekar ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê duh li Mûzexaneya Nîştimanî ya bajarê Silêmaniyê hat vekirin.

 

Roja(12`ê Tîrmehê) êvarê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi beşdarbûna Waliyê Silêmaniyê û Nûnertiya Bakur û Rojavayê Sûriyeyê, pêşangeha hunera şêwekariyê ya bi navê ‘Dengê Pirengekan’ ya ku tabloyên jinên ji Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê tê de beşdar bibûn, li Mûzexaneya Nîştîmanî ya Emen Sureke hate vekirin.

 

13 jinên şêwekar ên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 8 jinên şêwekar ên ji Başûrê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûn. Her wiha hejmareke wênesaz, şanoger û nivîskarên Silêmaniyê jî di pêşangehê de amade bûn.

 

Bi dehan talboyên jinên di pêşangehê de hatin pêşandan. Piraniya talboyan li ser êş, berxwedan û têkoşîna jinan bûn.

 

Dê pêşangeh 3 rojan berdewam bike.

 

hwarnews