Share |

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bi dayîna xelatan dawî bû

 

 

Bi dirûşmeya ‘Jin rihê jiyanê û alfabeya wêjeyê ye’ 4’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li bajarê Qamişloyê di roja duyemîm de bi dawî bû. Mîhrîcan li Hola Zana ya Bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.

Di roja dawî ya mîhrîcanê de, nûnerên Rêveberiya Xweserer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hezkiriyên çand û wêjeyê yên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Mîhrîcan bi stranan Koma Til Koçer dest pê kir, paşê Koma Çerkes a Minbicê dîlanên xwe pêşkêş kirin. Her wiha jinên pêkhateyên "Kurd, Ereb û Suryan" cil û bergên filklorî pêşkêş kirin.

Bi navê Komîteya Nirxandinê, helbestvan Meryem Temir axivî û ev tişt anî ziman: "Ev mîhrîcan bi armanca danasîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çand û hunera wan hate bi rêxistinkirin. Em bi hêvî ne ku mîhrîcanên bê berfirehtir û balkêştir bin."

Her wiha çîroknivîs Narîman Ebdî mîhrîcan li beşdaran pîroz kir û got: "Ji bo çarokan, ev mîhrîcan li gorî yên salên borî baştir e, hin pirsgirêkên ku di salên borî de li pêşiya me derketin me derbas kirin. Bi giştî berhemên wêjeyî yên jinan di vê mîhrîcanê de baş in û hêviya serkeftinê ji jinan re dixwazim."

Di dawiyê de xelat li jinên beşdarî mîhrîcanê bûne, hatin belavkirin.

 

ANHA