Share |

Mûzexaneyek kelepûrî li bajarê Qamişlo vebû

Wêne: Bav û apê Şehîd Ferhad

Roja (10.04.2014), bi helkeftina derbasbûna 10 salan di ser şehîdbûna Ferhad Mihemed Elî re, wê mûzexaneya ku navê wî hildigire bête vekirin.

Şehîdbûna Ferhad, di sala 2004an de bû.. Ew bi egerên rûdanên 12 adara 2004an de di bin lêdan û êşkenceya emniyeta rêjîmê de hat kuştin û canê xwe ji dest da.. Roja îro ew bûye wek sembol ji şehîdên 12 adara 2004an re. Ev mûzexane, ji kelepûrê kurdî û pêmayê bav û kalên me pêk tê û yekemîn care ku wiha mûzexaneya taybet li parêzgeha Hesekê (Cizîrê) û li bajarê Qamişlo tête vekirin..

Hêjaye gotinê ku, Ahmed Alî, mamê şehîd Ferhad, ji dor 20 salan ve xwe bi danhev û komkirina berhemên vê mûzexaneyê ve westandiye.. Anku ev mûzexane ji encamên ked û westandina wî ye..  Ev mûzexane, ji tev cureyên alavên malê, alavên civaka kurdî yên ku ji berî 200 salî ve dihatin bikar anîn pêk tê..

Di baweriya min de, wê ev mûzexaneya ku navê şehîd Ferhad hildigire, wê bibe xweş cihê serdanê ji welatiyên Cizîrê û mêvanên wê re û her wiha wê taybetiyek din, a şêraniya bajarê Qamişlo zêde bike..

Ez jî, vê ked û westandina apê Şehîd Ferhad pîroz dibînim û vê mûzexaneyê li xelkên Qamişlo pîroz dikim.

Konê Reş

Qamişlo, 09.04.1014