Share |

Mamê Mihê û Dr.Nûredîn Zaza

Ez nikarim di ber dersên te re bikim!
Dr.Nûredîn Zaza

 

Zinar Mistefa... Mamê Mihê mirovekî cotarî bû. Ewî di destpêka salên çilan de ji sed sala bîstan li gundê (Celwa Sefên - Herêma Dêrika Hemko) li cem

"Nûredîn Zaza" kardikir. Mihê carna didît ku Nûredîn di nivîsê de dixebite. Vêce, carekê ji caran, wî ji Nûredîn pirsî: Ma tu çi dedeynî?

Nûredîn jê re got ku ew bi Kurdî dinivîse.

Mihê matmayî jê pirsî: Gelo ma nivîsa Kurdî heye?!

Nûredîn bersiva wî da, go: Çawa nine? Vaye ez bi Kurdî dinivîsim!

Delxê li sere Mihê da ku ew jî fêr bibe nivîs û xwendina Kurdî. Rabû ji Nûredîn xwest ku wî jî hîn bike nivîs û xwendinê bi Kurdî.

Daxwaza Mihê ne kete serê Nûredîn de. Vêce, wî ji Mihê pirsî: Tu ji dil dixwazî fêr bibî nivîsa Kurdî?

Mihê gote Nûredîn: Belê, Belê ezbenî, ez ji dil dixwazim fêr bibim.

 Nûredîn rabû ji Mihê re got: Ezê te fêr bikim Kurdî, lê şertekî min heye?

 Mihê go ka şertê ti çiye?

Nûredîn ji Mihê re got: ku ez te fêr bikim nivîs û xwendina Kurdî, tu yê soz bidî min ku tu jî dê (5 Kesan) fêr bikî nivîs û xwendina Kurdî.

Mihê şertê Nûredîn li ser xwe qebûl kur û (3-4) caran hate dersan. Lê piştre, ew ji dersan qut bû.

Nûredîn (2-3) caran li hêviyê dima, lê pêjna şagirtiyê cotarî nehat. Nûredîn rabû çû pey û gotiyê: Mihê!, çima tu nayî dersên xwe?

Mihê, sere wî di ber de, gote Nûredîn: "ez hew têm, ma ez dikarim di ber dersên te re bikim!"

Nûredîn kenî û gote Mihê: Birako! Tu û nivîsa Kurdî tiştekî nabêjin hev.