Share |

Mizgîn Tahir û Berzo Mehmûd xelata afirandinê wergirtin

   Mizgîn Tahir û Berzo Mehmûd
Mizgîn Tahir û Berzo Mehmûd

 

 Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanêʹ xelata afrîneriyê ya Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê da hunermenda opera Mizgîn Tahir û lêkolînerê ziman ê Kurd Berzo Mehmûd.

çalakiya radestkirina (Xelata HRRKê ya Afirandinê) bo herdû xelatgirên xelata sala 2022’ê (Berzo Mehmûd û Mizgîn Tahir) roja Înê: 9 kanûnê, li Navenda HRRKê li Bajarê Qamişlo bi şahiyekê li darket.

Xelata afrîneriyê ku hezar dolar û plaket e ji aliyê Dr. Ehmed Ebdo ve hate dayîn.

Di dawiya şahiyê de mûzîkjenê neyê Kawa Kalî, dengbêj Yasîn Botan, Elî Aştî û Welîd Telal hûnerên xwe pêşkêş kir.

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê 11ʹê Mijdarê bi dirûşma "Heta ximava dawî, heta dilopa dawî ya xwînê em li vir in" dest pê kir û 19ʹê heman mehê bi dawî bû. 134 wêjevan, helbestvan, nivîskar û şêwekar beşdarî mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de şano hatin pêşkêşkirin, semîner hatin dayîn, panel û şevbuhêrkên helbest û çîrokan hatin lidarxistin.