Mizgîn: Ez hunemendek kurdim ji rojavayê Kurdistanê li bajarê Dirbêsiyê jidayik bûme. Li bajarê Serê kaniyê min
jiyana hevjîniyê pêk înaye. Û niha ez li Amedê dijîm û li vêderê ez karê hunerî dikim, dîsan ez karê mamostayê hunerî dikim li navenda Cegerxwîn û urikêstira Hesnkîfê ku taze damezirandî ye. Ku me kurdan pêdivî bi vê urikêstirayê heye
Ev sîdiya te ya dûmahiyê ku te bi staylê opirayê gotî ye ku staylek bi zehmete û heta niha çi stiranbêjin kurd neşiyayne stirana bi vî staylî bêjin te çewa şiya?
Mizgîn: Opira qutabxaneka hunerî ye û ya ekadmî ye. Û her kesekê dengê wî baş be û bivêt vê qutabxanê bixînet bêguman dê bikare. Min dû salan hazirî kir bo vê opirayê û pênc salan kunsêrivêtwar û salekê jî pirweyê derçûnê. Lê ew tiştê min dixwazit tiştekê cuda bu. Ez dinav deng bêja de rabume û babê min dengbêj bû. Digotinê Necîmê Umerî. Û gelek caran bi şev şevbêrî dikirin û gelek stiranbêj dihatine mala me., min digot bo çî em neşên stiranek nasiyonal dirust bikin çunkî min ew deng gelek nêzîkî opirayê didîtin. Min zanî ku eve pêdivî bi qutabxane û xwandinê heye heta ku em bişên dengekê kurdî û stiraneka gelêrî bikine opira.
Ji bilî ew dengên te li mal dibihîstin tu bi kîjan dengê biyanî daxibar bûy?
Mizgîn: Min Mariya Kelas gelek di ecband, ku eslê wê ji rojihelatê ye lê ew bixwe li Ewrupa mezin bûye û fêrî hunerê stiranê bûye. Wê diviya tiştekê rohelatê derbazî stiranî bike ji ber hindê opiraya wê gelek ya hestiyar bû û tamek taybet hebû.
Sî dî ya te ya nû li başor bi tenê hunermendan jê hezkir û kesên normal neşên guhdariya wê bikin li parçeyên dî yên Kurdistanê çewa bû?
Mizgîn: Ev sîdî ye nehate belavkirin û rola xwe di nav xelkî da nedît weku balavkirineka erganîze nebû. Lê ez dibêjim upera staylê texekê ye û hemû texên civakî neşên guhdariya wê bikin. Min jî ev sîdî ye bi tenê bo texeka milletî ya çêkirî ne bo hemûyan, lê ez nizanim eger hatiba belavkirin da çi lê hêt dibe tiştekê nû dirust biba, lê muxabin nehate belavkirin û min neşiya çu stiranan jê kilîp bikem, bi tenê hindek caran li kunsêrta min hindek stiran jê digotin eve jî gelek zehmete hêşta me hulên opirayê nînin.
Sîdî ya te şiya xizmeta sînema karan bike û li başor heta niho di dû filman da stiranên te hatine bikaranîn di filmê hisên Hesen û filmê kamîran bêtasî da tu çi dibêjî bo vê çendê?
Mizgîn: Ew bixwe ev curê muzîkê mozîkeka wêney ye wigelek nêzîkî hunerê sînemayê ye û dê gelek ya ciwan bit bibe bagirewendê wênekê yan ramanekê. Û eve dimozîka klasîk û muzîka ewrupî da tiştekê gelek giring e. Û kenîsê ev muzîke bi vê meremê bikarîna ku muzîke wijdana te ne êşînit bi tenê bibite bagirewendek ku miruvî rihet bike û kenîsê meqam heram kir û got karekê şeytanî ye meqam. Û eger em li hunera kurdî sehbkin ku di ber meqameka kurdî ra em neşên pirtûkekê bixwînin. Lê opira dişêt bibite begirewend bo hertiştekê.
Te çi piroje hene bo başor tehzir kirî ye ku tu carekê kunsêrtekê yan karekê hunerî li wêrê bikeyî?
Mizgîn: Min du kunsêrt li bajêrê Silêmaniyê gêrayne. Û min di xwast careka dî ez bihême hemû bajêran û kunsêrtan bigêrim, lê hindek pirsgirêk derkeftin nizanim paspurt û tiştên husa bune arîşe, min ne bi tenê diviya bo kunsêrtan bihêm min diviya bihêm hindek têkeliya jî dirust bikim lê mixabin ez neşiyam.
Gelek giringe ku staylê opirayê di nav kurda de peyda bibit lê heta niho di çi kulîj û peymangehên kurdî da ev stayle peyda nebûye bi dîtina te çi başe bihête kirin bo peydakirina vî staylî?
Mizgîn: Pêdivî ye qutabxaneka dengî hebe, çunkî opira hunerekê ekadîmî ye û pîdivî bi wana heye neweku hunerê deng bêjyê ye, ez bêjim çi arîşe nîne eger beşekê mozîka opirayê li kulîj û peymangehên xwe veken û xwe fêrî muzîka roj avay bikin eve dê be rêkek em xwe fêrî mozîka dirust bikin û mozîka kurdî bi cîhanê bi dene niyasîn.
Evro