Share |

NÇM li Stenbolê Yekemîn Festîvala Çand û Hunera Kurdî Dar Dixe

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ku ji sala 1991’ê ve jibo pêşxistina çand û hunera Kurdî xebatan dike, li Stenbolê 'Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî' li dar dixe.

 NÇM yekemîn car e li Stenbolê festîvaleke dewlemend ligel piştgiriya çend sazî û komeleyên Kurd bi rê ve dibe.

Di bernameya Rojên Çand û Hunerê ku ji 10’ê Gulanê heta 17’ê mehê berdewam dike de, pêşandanên şanoyê, fîlmên dokumenter, konsertên muzîkê, hevpeyvînên taybet bi hunermendan re, pêşengeh, dans û folklora Kurdî têne pêşkeş kirin.

Ji xeynî hunermendên NÇM’ê ji beşên din yên Kurdistanê jî hunermendên mîna hostayê bilûrê Egîdê Cimo, Ahu Jîvar Îranî, Berfîn Mamedova,  Alî Akbar Moradî, Aras Moradî, Tara Jaff û gelek hunermernedên din bi hunerên xwe beşdarî Rojên Çand û Hunera Kurdî dikin.

Danasîna bernameya Rojên Çand û Hunera Kurdî roja Pêncşemê bi beşdariya nivîskar, hunermend û rojnamevanan li Stenbolê hate kirin.

Rêvebirê NÇM’ê Serhat Kural di axaftina danasînê de, dîroka NÇM’ê ku ji bi pêşengiya nivîskar û rewşenbîrên wekî Musa Anter, Feqî Huseyin Sagnıç û Ismail Beşikci hatiye avakirin bi bîr xist.

“Her çiqas dereng be jî piştî 24 salan em bi şanazî festîvaleke çand û hunera Kurdî li Stenbolê li dar dixin. Zarokên me hê jî bi bişaftinê re rûbirû ne, astengî li ber hînbûna ziman û çanda wan heye. Em gihîştin wê merheleyê ku êdî diviyabû em bi festîvaleke wiha Kurdên li Stenbolê di çand û hunerê de li hev bicivînin.”

Yek ji sazkarê vê festîvalê Wênegir û Sînemakar Veysi Altay ji Dengê Amerîka re dibêje, Stenbol bajarê ku herî zêde Kurd lê dijîn e ku ev festîval jî gaveke dîrokî ye.

Nivîskar, hunermend û rojnamevanên beşdarî danasîna bernameya Rojên Çand û Hunera Kurdî bûn ji Dengê Amerîka re girîngiya lidarxistina vê festîvalê nirxandin.

Nivîskar Fehîm Işik:

Bernameya festîvalê pir dewlemend e. Divîyabû beriya niha jî ev kar bihatina kirin. Lê jiber hin astengiyan û nebûna bizaveke xûrt ya Kurdan ev pêk nedihat. 

Berpirsê Malpera Diyarname.com Rojnamevan Cemîl Oguz:

Hem pêdiviya Kurdên Stenbolê hem jî ya NÇM’ê bi festîvaleke wiha hebû. Hêvîdarim wek kevneşopî her sal berdewam bike. Herwiha wê ev festîval bihêle ku xelkê din yên Stenbolê jî bi çand û hunera Kurdî re hevnas bibin.

Şanoger û pêşkeşvana Bernameya Rojên Çand û Hunerê Rûgeş Kirici:

NÇM bi dîroka xwe têkoşîna hunerî ya Kurdan e ku li Stenbolê destpê kiriye. Em hêvî dikin gelê me jî xwedî li vê festîvalê derkeve û em jî her sal vî karî berdewam bikin.

Yekemîn Festîvala Çand û Hunera Kurdî roja Yekşemê li çend navendên hunerî li Stenbolê bi konsert û bernameyên cuda yên hunerî dest pê dike.

 

 

Salih Turan - Dengê Emerîka