Share |

Nelson Mandêla-Di navera xelata Ataturk û gelê Kurd de

    Di sala 1992 an de, komîta hilbijartina xelata Ataturk a aşîtiyê, Nelson Mandêla, serokê kongera netewiya Afrîqya başûr (A.N.C), babetî xelatê dîtin, û xelat ji bo wî hate dayîn. Lê Reşikê dil spî,

siyasiyê bi nav û deng, kevintirîn girtiyê zindanên cîhanê Nelson Mandêla ew xelat qebûl nekir, û bi mêranî sedemên redkirina xwe ji rojnamevanên cîhanê re şirove kir û bi vî rengî got:

( Ez nikarim xelateke wiha bigirim.. Xwe bixin şûna kurdan, hingê hûnê zanibin bê çima ez vê xelatê red dikim..)

   Bê guman, redkirina pêşewayê Afrîqî, ji vê xelatê re hişt ku nav û dengê kurdan, zilm û zora ku li wan tê kirin, li tevî cihanê belav bibe, nemaze ew zilm û setema ku li kurdên bakur dibe, û bi tevayî li kurdên kurdistnê. Hem jî hişt ku gelên cîhanê serwextî mafê mirovan bibin ku di tirkiyê de tune ye, û ew maf di bin lingan de tê perçiqandin.. Vêca ji encamên wê redkirinê, wezîrê dewleta tirkiyê Şerîf Ercan bangek deranî û têde got: (Yên ku li hember yekîtiya tirkiyê şer dikin nehiştin ku Nelson Mandêla xelatê bigire , yana camêr xelat red ne dikir…)

   Di sal1993 an de jî, komîta helbijartina vê xelatê, bi serokatiya Sulêman Demirel civînek li darxistin û li gor pîvanên xwe kes berbiçav ne dîtin ku wî, ji xelata Ataturk re hilbijêrin, ji ber ku ji sala çûyî tirsiya bûn…Vêca ev xelat di sala 1993 an de jî, bê xwedî ma.

Konê Reş