Share |

Nivîska Firat Cewerî xelata “Qelema Zêrîn” li Hewlêrê wergirt

Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Wezareta Rewşenbirî û Lawan a Herêma Kurdistanê nivîskar Firat Cewerî hêjayî xelata “Qelema Zêrîn” dîtiye. Xelat di 3yê Adarê de li Hewlêrê bi merasîmekê hatiye dayîn. Cewerî ji ber ku 40 sal in nivîskariyê dike û heta niha 40 pirtûk nivisandiye, 40 hejmar kovara Nûdem weşandiye hatiye xelatkirin.

Alîkarê Wezîrê Çandê, Waliyê Hewlêrê, helbestvan, nivîskar û rojnameger beşdarî merasîma xelatdayînê bûne ku li Best in Erbil Hotelê pêk hatiye.

Ceweriyî derbarê vê xelatê de ji bianetê re axivî û wiha got:

 “Bêguman ez bi vê xelatê pir kêfxweş bûm. Gava mirov ji aliyê welatê xwe û welatiyên xwe ve tê xelatkirin mirov bêhawe dilşa û kêfxweş dibe. Wekî din, ev xelat wek mizgîniya rakirina sînoran e.

“Bi xêra xelatên weha, ew sînorên di navbera kurdan de hatine çikandin, radibin û pirek danûstandinê di navbera kurdên perçeyên cihê de ava dibe. Yanî em li perçeyên cihê bijîn jî, em bi zarava û alfabeyên cihê binivîsin jî, dîsa em pincarê eynî hewşê ne. Bi helwestek weha, pincarê hewşa me êdî bi me şêrîntir dibe.”

 

Firat Cewerî kî ye?

Cewerî 40 sal in ku bi karê nivîskariyê re mijûl e. Heta niha 40 pirtûk nivîsandiye. 20 pirtûk jî ji bo kurdiyê wergerandiye. 40 hejmar kovara Nûdem weşandiye.

Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir û di dawiya heftêyan bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî di wan salan de dest pê kir.

Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî ên seranserî dinyayê kir. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Herweha Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiştina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.

 

Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê Nûdem Werger derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Wî kovara Hawarê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.

Heta niha Firat Cewerî di warên cihê de çardeh kitêb nivîsandine û panzdeh kitêb jî wergerandine kurdî. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî, farisî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm û piyes.

Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye û di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de jî berpirsiyarê nivîskarên sirgûnê ye.

 

 (FD)

 

Ferid Demirel

bianet Kurdî