Share |

PÊŞANGEHA PAKREWAN ŞÊX MIHEMED ; M ; XIZNE

 

Bi helkefta salvegera 7mîn ya rewanpakiya şêx ; M ;Xezne , yaneya reşenbîrî di saziya zimanê kurdî de li Dêrika Hemko pêşangeha nîgarkêş Ebdila Xelîl li dar dixe , dilsoziya bi giyanê wî re pêşangeh di rojên 1-2-3-4 /6/2012 de berdewam dike .

Wêne û nîgarên wênesazî bi keval û tabloyên ranga rengin , ji sawîr û xwezaya kurdistanê hatine teraş kirin , her weha ji dîmenên rojane yên jiyanê miletê kurd , bi cil û bergên netewî û nîgarên kesayetên navdar bi pirtika xwe xemilandin e .

Hejmara kevalên diyarî dîdevan û serlêdanan bi qasî 45 tabloyî ne û li ser paçên bi perwaz û bi rengên tewaş ( zeytî) hatine nîgar kirin.

Roja yekemîn bi girsiyek mezin ev pêşangeh serlêdan  jêre çêbûn û wê di rojên pêş de hîn berdewam bike û di roja dawî (çaremîn) de bi anhingek mozîkî û helbestî bi dawî were .

 

 

Nivîs : Melevan Resûl