Share |

PÊŞBIRKA HELBESTA KURDÎ YA CIWANAN (2022)

 

Bi alîkarî û siponsoriya(KOMELEYA JANÊ XELEF A XÊRXWAZIYÊ LI INGILISTANÊ), Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)ê dest bi lidarxistina (Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan) a sala 2022ê dike û mercên beşdariya pêşbirkê bo helbestvanên ciwan ên Kurd ên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, radigihîne:

Pêşbirk bi zimanê Kurdî ye.

Kesên ku beşdarî pêşbirkê bibin pêwist e nişteciyên Rojava û Sûryayê bin.

Pêwist e temenê kesên beşdar ji (18)an ne kêmtir be û ne jî ji (30)an zêdetir be.

Pêwist e helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe li ti deveran nehatibe belavkirin û beşdarî ti pêşbirkan nebûbe.

Pêwist e helbesta beşdarî pêşbirkê bibe ji DEH (10) malikan ne kêmtir û ji PÊNCÎ (50) malikan ne zêdetir be.

Pêwist e helbesta beşdar berî 1ê Avdara 2022ê bigihêje destê HRRKê.

Di 29ê Avdara 2022ê de(ROJA JIDAYIKBÛNA JANÊ XELEF) dê HRRKê, navên xelatgiran, li navenda xwe, di komcivîneke çapemeniyê de, bo raya giştî ragihîne û piştî ragihandinê dê di ahengeke taybet de zirx û nirxên xelatê radestî xelatgiran bike.

Helbestvanên ku di (Yekemîn Pêşbirka Helbesta Kurdî Ya Ciwanan) a sala 2021ê de hersê astên xelatan wergirtine, nema dikarin beşdarî vê pêşbirka 2022ê bibin.

KESÊ KU DI BEŞDARIYÊ DE MERCÊN JORÎN PÊK NEYINE BERHEMA WÎ/WÊ DI CIH DE PAŞGUH DIBE Û BEŞDARÎ PÊŞBIRKÊ NABE..

PÊVEKÊN PÊWÎST:

kurtejiyan. Navnîşan. Jimarên telefonan. WhatsApp û Ê.mail.

Pêwist e yê/ya helbestvan kexezekê binivîsîne û tê de soz bide ku helbesta şandiye pêşbirkê ya wî/wê ye û li ti deveran nehatiye belavkirin û beşdarî tu pêşbirkan nebûye..

Pêwist e yê/ya beşdar sûretê nasnameya xwe bi helbestê re bişîne.

NIRXÊN XELATAN:

Xelata Yekem: 500 Dolar e.

Xelata duyem: 300 Dolar e.

Xelata Sêyem: 200 Dolar e.

HELBESTÊN XWE, KURTEJIYAN Û PÊVEKÊN PÊWIST BIŞÎNIN VÊ NAVNÎŞANÊ:

helbest2022@rojava.net

MOBILE Û WHATSAPP: +963 (0) 954 770 104

FACEBOOK: https://www.facebook.com/hrrk.rojava.3

MALPER: www.rojava.net

KOMÎTEYA ÇALAKIYAN A HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ(HRRK)

Qamişlo. Navenda HRRKê: 01.01.2022