Share |

Pêlên beravêtî …Ronî ELÎ

 

Pêlên westayî

Di hembêza

Kendavên beravêtî

Leylana dilekî tekoşer

Qurmê vejîneke têkçûyî

Û kavlên sozdariyê de

Bi devê lawirekî nîvkuştî

Li ser milên BO IZÊZÎ

Dorpêç dike û dipêçîne

 

Di keziyên evîneke bê par de

Tixûbên zemîneke tolvedayî

Naveroka

Reşnivîsa welatekî

Bi darbesta zimanekî bê nasname

Û latekî gindirkirî

Dergûşa serhildanê

Ji hinavên tengijî

Xetîra pêşerojê

Di kuşk û samanê

Neviyên "NEYRON" de

Vejand û hejand

 

Di kolanên raperîne ke

Bê ser û binî de

Peyalên xwîneke miçiqî

Tîrêjên awarte

Di mijgulên jinebiyeke avis re

Bi sosinên di siha segan de

Germ û nerm beran

 

 

Dorpêç ke û bipêçe

Tamarên dilekî

Ku, ji şerê Holako bazdayî

Li guliyên Zîna Helebçe

Di naveroka

Reşnivîsa dariştina welatekî de

Di tixûbên

Zemîneke beravêtî

Darbesta zimanekî bê nasname

Û latekî gindir kirî de