Share |

Pêla evînê…Rêber Hebûn

 

 

 

Emê li dora gerdûnê bifirin

giyanên xwe weşan bikin

mîna nameyên evîndarên windayî

hêviyên xwe bi  rêyên peyvan weşan bikin

volkan êrîşî me dike

ji ber çi mirov evîndarê xemgîniya xwe ye

 ey firindeya min

 qêrîna min dubare bike

 ji germbûna sîngê  te 

welat afirî

ji hizrê kaniyan

 ramanek e nû derketî 

li welatê sermayan de germê difroşe

lêv gir e  xewin

 mîna maçên resen

çav hingivî ye mîna  buharan

 di hembêza binefşan

ezê li ber te

 ta dawiya stranê

 dergeha xewinan bim

riwên baranê

Ji te re biafirînim

ta bilbil neçin ji bajarên zuha

û niyazî bimîne li warên buha

 kesekesor im

li ser tixûbên sîng û berên te

perwînan li  ser zendên te kedî dikim

nifşên stêrkên nû

 li  ser pişta te de xwedî dikim

kelehên  tîrêjê li ser gewdeya te

 binyad dikim

sîngê te cîgeheke kevnar e

 ji evînê re

berbang jî ez im

welatekî penaberbûyî me

sînorên wê tu yî

 li ber bayê kor

hêsirên berbangê

li ser porê te de

 xwe birêve dibin

giyanê sibeha nerm e

mîna dengê te ye

şev jî bi dûrbûna te

 hunandiye

jibîrkirin kal e

bi tenê di şikeftê hembêzên me de

gênc dibe

min xemê xwe

li ber dîdara te

 asê kiriye

keser bi werîsê hêviyê

 girêdayî ye

peyv dergeh in

bend kelepçe ne

demborîn bê heval e

mîna narvîna kurdî

 bê nasname ye

pêla te ez ji kenarên deryayê ve

 dûr xistim

 ey navenda evîna arî

gerdena soza sermedî

buhişta rûnedî

warê bê xwedî

stêrk vala di jiyanê  de

cihê xwe di ezmên de vedugihêzîn e

 ji paş temara bedewbûnê ve

nalînek dikeve  xefkê xewê de

di gengeşiyên rê  de

hêsir xwe bi çirûskên rijî dixemilîne

sirûdên tunebûnê daner dike

gerestêrk bêdeng e

awaz di gewriya qerebalixê de winda ye

tirş e evîn bê omîdî

bê cil e di penaberiyê de

narvîn har e

azadî bar e

şoreş ferman e

ji rastiyê re du rû hene

 yek jê gula berfê dipişkive

û a din jî jehra dipûşkê jê derdikeve

dîrok kort e

şahî kurt e

heznekirin doz e

helbest jî şoreşgereke hov e

hilkehilkên wî

sirûdên pepûk in

bê bav e doman

dema pirsên teniyê

 li ser eniyên me xêz dike

hêvî riwê ajalekî ye

guhê kerekî ye

mîna zarokekî bê hiş e

ji zikê geşbîniyê derdikeve

ez û yê beranber

nabin yek rastî

em du dêm in

li ser rê dipijiqin

ji tirsa mirinê ve gengeşiyê dikin

pirsan didin hev

bersivan dixwin

bihaneyan didoşin

şîrê demê çêdikin

serî hildidin mîna evînê

di holên mirinê de

dixwazim te  ji her tiştî

  azad bikim

ji êş û kovanên bê fedî

te rizgar bikim

li ser te bim mîna gemiyekî

ey pêla deryayê

xwe li ser te bibim û bînim

mîna ba û dar û gîhayê

bi maçekê  rengê te biguhêrim

xwêdanê ji sîng û dêmê te ve bifirînim

nifşek nû ji maçan

 li ser girên te  biafirîn im

rehjenên me stêrkên rêwî ne

lêvên  te buxçe ne û  kanî ne

têde jiyan pêxwas

 sêwî digere

têde xweşecanî gulan diçine

hêviyan  hevdide

şahiyan difroşe

xewinan tevdide