Share |

Penaber...Helbest: Selah Mihmed

  Penaberek qurnisandî
Ser di ber de ,
Li ser çoga di pûnijê . 
- min xwe gihan de tihêla wî
Rawestiyam .
Di rewşa wî de ramiyam
Min nehişt ku bi ke dengê ,
xiş xiş û pêjinê .
- ji nişkave serê xwe rakir
Min li çavên wî meyzekir
Rondikên ziwa 
Ji wan di hatin xwar
Kela girî ,
xwe di qirika wî de nagirê .
- min jêre got :
Ez jî mîna te penberim
Min jî weka te welat berda
Der bi der bûm
Li sikak û kolanan 
Mîna te di gerim .
- gelo çima me welat berda ?
Rojekê ji rojan ,
Me ji hev ne pirsî !!!
Sedem çiye ?
Tewan bar kiye ?
Birçîbûn û bê kariye ? 
Ez ezî berjewendiye ? 
Ya bazirganî abûriye ?
- bazar tev li ser serê ,
Hejar û belengz û taziya .
- penabero mişexto mihaciro
Gotin li ba min nînin ,
Ku dilê te pê şabikim
Ez mîna te me 
Tu mîna minî

 

 

De ka destê xwe em hev rakin.