Share |

Pencên Amûdê... Yasîn Hisên

 

X. Cangîr

 

Tê bîra te

Dema em diçûn ber bi bakur ve…

Te ji min re digot: "Ez û hesin bûne cêwî"

Te bi hesin kevir hûr dikrin.

Erê, heta bi hesin jî me kir cêwiyê xwe.

Gelo wê hesin te qebûl bike?

 

Min Zanîbû…

 

Şevbuhêrk hîna bi dawî nebûbûn…

Çîrokên cina

sitêrkên Leylê û Mecnûn negihiştibûn hev.

Destên min jî kin bûn

(Tu zanê mera li welatê xwe sultan e

Li welatê xelkê mera dîl û êsîrê hemû kesan e

Ji berê paşê da dibên kevir li ciyê xwe giran e)

 

E'bduletîf Huseynî

 

Binêre… Hemû derewa dikin ha…!

Gul  bi tenê derewa nakin…

Em jî bi wan re demsalên xwe dipîvin

Mehek… Salek… û ketina diktatorekî

 

Bûkên cîhanê xwe dixemilînin

Dilê te neqrîska lê dixîne

Çavên bi baranan re şil dibin

Destên xwe li sînoran dipelînin

Ey tu çiqas xakperestî dilê min

Ey tu çendîn ciwan sipehî ye bûka min

Dema pêçiyên min pûrên teyî mêşinî dihinguvand.

 

Dê çawa vê kuştinê rawestînin?

Dê çawa van terman hemûyan veşîrin?

Bi dengê lîrandina dayikên şehîdan re

Em ê xwe bavêjin himbêza hev

Û tewafa xwe li van sînoran berdewam bikin…

Belkî rojekê em pêrgî hev bên…

 

Bêrîvan Yasîn Hisên

 

(Şenga min

Penga min

Dayka we çû zozana

Xwarî pelê qizwana

Şîr ketiye guhana

Mik, mik, mik werin dana)

 

Her zarokek dimre... Helbestek dimre

Her ku zarokek ji serma dimre… Helbest diqefilin

Her ku zarokek penaber dibe… Helbest jî dibine rêwî… Bê welat dimînin

Her ku zarokek bê şîr dimîne… Helbest bê deng dibin… Û difetisin

Helbest namînin… Tenê zarok helbesta dinivîsînin….

 

Yezdan

 

Îca, çima di çavên te de zarokên birçî dibînim?

Çima konên koçberan dibînim?

Çima tu bûyî yezanekî derewçîn?

Hîna kenê te li ber guhê min e

dema te dastanên çiyayê Omerya ji min re digotin

Ez jî li benda buhişta te bûm…