Share |

Pirtûka şewata sînema Amûdê ya Melle Ehmed Namî derket .

Bergê Pirtûka şewata sînema Amûdê

 

Di 48mîn salvegera bîranîna şewata sînema Amûdê de , û bi vê hilkeftina bi êş û elem, dezgeha Sema ya çendî û hunerî li Dubey pirtûka şewata sînema Amûdê ya Melle Ehmed Namî çap kir û belav kir, ev pirtûka 23 ye ji zincîre weşanên Dezgehê  Sema û di nava demeke nêzîk de wê têkeve nava destê xwendevanan li Rojavayî Kurdistan û Imarat.

Pirtûk  ji aliyê Ebdilqadir Egîd ve ji zimanê kurdî hatiye wergerandin bo zimanê Erebî û behsa çîroka şewitandina Sînema Amûdê dike di dema ku nivîskar bi xwe li wir amade bû û dîtin û têbîniyên xwe dinivîse û li gora pirs û lêkolîna xwe encaman jê derdixe, ev pirtûk bi rastî jî dikomentek pir başe li ser rûdana Sînemê û yekem berhem me ku vê karîsatê dinivîse û belav dike.

 Sinema Amûdê di 13 \ 11 \ 1960an de  şewatî û di encama wê de zêdetir ji 283 zarokên  bajarê Amûdê ku hemî xwendevanên dibistana seretayî bûn û ji bo piştgiriya şoreşa El-Cezayir bikin  hatibûn temaşeyî Filmekî li ser şoreşa El-Cezayirê û heqê bilêtên wan  ji bo şoreşê bê şandin .lê mixabin hejmarek mezin bûn qurbanî û destaneka pir bi kul û jan  di dilê rojavayê Kurdistanê de û bi taybet dilê Amûda bavê Mihemed de  hat nivîsîndin.

Li ser bergê pirtûkê ev hevokên bi êş hatine nivîsîn ku tê de diyar dibe çiqa birînek mezin bû û  janek giran bu ew şewat. Melle Ehmed Namî bi şêweyê nivîsa xwe ya xembar dilê mirov dêşîne û hestira ji çavên me dibarîne di wexta ku dayik  û bavên wan zarokan  çîgerê xwe vedişartin û bin ax dikirin .( dayik û bavên xembar li kêleka gorên zarokên xwe rûniştinê û hewar dikin yabo hewarê yadê hewarê).

Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûk cara diewme tê wergerandin û çapkirin . yekem car ji aliyê Mamoste Selah Muhemed ve hatibû wergerandin û nivîskar Ibrahîm Elyusiv pêdaçûna ziman kiribû û ji aliyê Navenda Amûdê ya çanda Kurdî hatibû belav kirin.

 

 

 

Wegêrvan Ebdilqadir Egîd dibêje ku hin sedem hebûn hiştin ku ez ji nû ve vê pirtûkê wergerînim . sedema  yekem û bingehîn min nebhîstibû ku ev pirtûk hatiye wergerandin û yê dîtir jî wexta min bihîst û min wergerandina we bi dest xwe xist min hin kêmayî tê de peyda kirin û hin malikên pirtûkê nehatibûn wergerandin û hin sedemên din yên mîna çapkirina wê ne bi awayê fermî û li mala hatibû kopî kirin û kêm hejmariya wê ku tenê di nava hin kesên pêwendîdar û nas û hevalê wergêrvan de ma.

 

Dezgeha Sema ku ev pirtûk hêjayî cape dît û weke erk li ser mille xwe dibîne ku pirtûkên mîna vê belav bike ta ev rastî bên naskirin ji her alîyî ve û weke wefadariyekê be bo şehîdên Sînema Amûdê  û her weha destxweşiyekê be bo nivîskarê nemir Melle Mehemd Namî ku ev pirtûka han bi kedek û cefayek mezin nivîsî û hişt ku ev buyer neyê windakirin û weke dikomentekî dîrokî bimîne.

 

Navê Pirtûkê: şewata sînema Amûdê.

 

Nivîskar: Melle Ehmed Namî.

 

Wergerandin: Ebdulqadir Egîd.

 

Dizayina Bergê: Hunermendê şewekar Luqman Ehmed.

 

Berhemên dezgeha Sema ya çandî û hunerî (23)

 

Çapxane: Hîro ya çap û weşanê – Beyrut –Lubnan.

 

 

 

 

 

Hozan Emîn

 

20 November, 2008 12:02:00