Share |

Pirtûka “Gilî û gazindên evîndaran” ji kelepora kurmancên îranê ji weşanxaneya Nûbiharê derket.

Pirtûka nivîskarê kurd Ebdulkerîm Surûş bi navê 'Ji kelepora kurmancên îranê gilî û gazindên evîndaran' ji weşanxaneya Nûbiharê derket.

  Nivîskar li nav gund û bajarên devera Kurmancên Îranê gav bi gav pey heyranok û heyranokbêjan li materyalên folklorîk geriyaye û heyranok berhev kirine.

 Lê nivîskar ne tenê materyalên folklorîk amade kiriye, herwisa li ser herêmên ku Kurmanc lê dijîn agahiyên tarîxî jî raberî me dike; wekî kîjan eşîr li ku dijî û meşhûrên wan kî ne; kok û hoza wan ji ku tên…

 Surûş, bi vê xebata xwe hem Kurmancên Îranê hem jî folklora wan li ber çavê me eyan dike.

AGAHIYÊN KITÊBÊ:

Nav: Ji Kelepora Kurmancên Îranê

Gilî û Gazindên Evîndaran

Nivîskar: Ebdulkerîm Surûş

Weşanxane:Nûbihar

Rûpel: 320

Cûre: Folklor

Ziman: Kurdiya Kurmancî

Tîp: Latînî

Çapa Yekem: 2016