Share |

Pirtûka "Serê penaber û balgeha xewnan ya veciniqî" ya Abdulkadir Musa hat weșandin.

Berhemeke wêjeyî nû ya nivîsakr û wergêr Abdulkadir Musa, bi navê „Serê penaber û balgeha xewnan ya veciniqî“, ji hêla weșanxaneya tîr-verlag ya elmanî ve hat weșandin.

 

Pirtûk ji 100 rûpelî ye, wêneyê bergê ji xêzên nivîskarê navdar Franz Kafka ye û șêwekar Sandra Mendéz S bergsaziya wê kiriye. Zimanê pirtûkê kurmancî ye û zimannas Selîm Biçûk serrastkriye.

 

Di vê berhema ezmûnî de, Abdulkadir Musa mijarên penaberî, mişextî û cengê bi deqên helbestane vedihûne û tevna hevkêşeya wêjeyî, bi zarê du bêjeran, bi zimanê wênesaz û gotin-tiraşîyê lidardixe.

Bêjerê yekem ku Balgeha xewnan ya veciniqî ye. Xewin, xemsarî, şîzofrênî û halusînasyonên serekî penaber yên li welat û mişextîyê li xwe vedigire û dema ew pal dide û li ser wê xayiz dide, balgeh vediciniqe, wî di goşeya livînê de dişopîne, bi ser xewnên wî vedibe, wan bixwe dibîne û bi helbest, çîrok, şano, monolog û zimanê gewde, ji nû ve, bi palpiştiya jêrmijarên pir evîn, şer, kuştin, xwekuştin, koç, bêrîkirin û bîranînên wêran rave dike û deq ber bi dawîyê ve dajo.

Bêjerê duwem ku Kevirê pengizî yê çavșînkî û ji ber șîna cengê mayî ye. Ew di cengê de, xwe li şûn û deman digindirîne. dîmenan di çavên xwe de tomar dike û bi nivîsên tirsnak û sawdêr, ku xwe dispêrin mytolojiya kevnar, deqên bajarên goristan dîtbar û gêre saz dike.

 

Pirtûk bi rêbaza afrîneriya wêjeyî ya anarșî, ku nivîskar yek ji pêșengên wê ye, hatiye hûnandin.

Li gel pirtûkê biroșereke ji deqên bijarte ji berhemê û bi wergera Elamanî hatiye belavkirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûk serancama yekemîn pirojeya kurmancî ye, ku xelata kar ya taybet bi wêjeya Neelmanî, ji hêla desteya çand û europa ya Berlînê, di sala 2018 an de wergirtiye.

 

Wêjehezên kurmancî dikarin di rêya vê linkê re xwe bigihînin pirtûkê:

 

https://www.tir-verlag.com/shop/sere-penaber/

 

 

 

Abdulkadir Musa;Nivîskar, wergêr, pisporê koçberiyê û yek ji pêșengên rêbaza afrîneriya anarșî ya wêjeyî ye. Ziman û wêjeya ferensî li zanîngeha Helebê û șêwirmendiya civakî li peymangeha bilind ASH a Berlinê xwendiye.

Xelata kar ya taybet bi wêjeya Neelmanî, ya desteya çand û Europa, 2018 an û xelata- Radial ya fonda wegerê ya elmanî, 2021 wergirtiye.

Ew beșdarî mehrîcan, konferans û kargehên helbest û helbestwergeradinê yên cîhanî bûye. Deqên bijarte yên helbestavanên mîna „Erich Fried, Friederike Mayröcker, Mahmoud Darwish, Tal Nitzán, û hwd.“ ji elmanî û erebî bo kurmancî wergerandine. Nivîs û wergerên wî di antolojî û kovarên helbestê yên cîhanî de, bi kurmancî, elmanî, erebî, ferensî, ingilîzî û ibrî hatine weșandin.

 

Berhemên nivîskar:

 

2022  Serê penaber û balgeha xewnan ya veciniqî, tîr-verlag- berlin.

2020  Antolojiya-kolajên wêjeyî û hunerî ya caw û taqîdeqan, ya projeya

         „Û∞- Berlîn. Afrîneriya anarşîst ya çerxa koçberiya bajarvaniyê”, Berlin.

2019 خارج الحديقة داخل السور„Li derveyî bexçe li nava sêncê.“  Helbest- erebî,                    weșanên Dar aldarawesh- Plovdiv.

2017  Dengên helbestvanên kurd ji Rojava., Antolojî, Kurmancî- Ingilîzî, Inner                     Child Press, USA.

2013  Çengên te ez bi firê xistim, Helbest Kurmancî, weșanên AR, Istanbul

         û 2007 Semakurd, Dubai.