Pirtûkek nû bi Navnîşana “ZIMANNASÎ – Astên Lêkolîna Ziman” ya nivîskar Berzo Mehmûd ji aliyê Dar El-Zeman ve hate çapkirin û weşandin.
Ev pirtûk pêşangehek akademîk a bingehîn li ser zanista ziman e. Pirtûk şeş astên sereke yên zimannasiyê vedikole: dengsazî (fonetîk), fonolojî, morfolojî, ristesazî (sîntaks), watasazî (semantîk) û pragmatîk. Nivîskar têgeh, teorî û nimûneyên taybet ên zimanê Kurdî pêşkêş dike û pêkhateya ziman ji deng heta wata rave dike. Armanca pirtûkê ew e ku xwendekar û Lêkoleran bi bingehên zimannasîyê bide naskirin û pirtûk bibe çavkanîyeke zanistî bo zimanê Kurdî.
Pirtûk ji 404 rûpelan hatiye berhevkirin.
qebare 15×22 cm.
Dizaynerê Qapê : Cemal EL-EBTEH .
Dizayna hundir: Dar ALZEMAN