Share |

Poşmanî …helbest: Elwan Şivan

 

 

Veqetandina min

Ji ref û mana li şûn Wara

Ji şert û mercên

Bendewariya te bû

Û xwesteka min

Ma nixumandî

Di bexçikê poşmaniyê

 

De ka em

De ka em barana buhara qederê

Ji ewrên stewr

Bi dizin

De ka em keskesoran

Ji sînga asoyên berz û bilind

Bi dizin

De ka em evîna mem û zînê

Ji destana xanî

Bi dizin

Welato

De ka em hinek azadî

Ji xewnên zarokan

Bi dizin

De ka em mişextiyê

Ji tûrikên penaberan

Bi dizin

Welato

de ka em fermêskên

Qamîşlokê ji çavên Qendîl û Hewlêrê

Bi dizin