Share |

Prof. Dr. Celîlê Celîl: “Ez yekem kurdê Sovyetê me ku seredana Sûriyeyê kiriye û bê tirs li ser zargotina kurdî xebitiye.”

Prof. Dr. Celîlê Celîl
Prof. Dr. Celîlê Celîl

 

 

Çi gava ku ji nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê li tevger û xebata wêjeyî di salên 80 û 90’an de tê pirsîn, yekser navê profesor û doktor Celîlê Celîl tê gotin û gera wî ya li Rojavayê Kurdistanê tê bibîrxistin.

Bi vê yekê tê nasîn ku bandoreke mezin a Prof. Dr. Celîlê Celîl di guherîna aliyekî ji şêwaz û çawaniya xebata wêjeyî de li Rojavayê Kurdistanê heye, nemaze di milê danehev û berhevkirina parçeyên folklor û zargotina kurdî de.

Prof. Dr. Celîlê Celîl di sala 1936’an de li Êrîvana paytexta Ermenistanê hatiye dunyayê. Li zanîngeh û akademiyên Ermenistanê,  bawernameyên bilind di şaxên rojhilatnasî û kurdnasiyê de wergirtine. Paşê di heman zanîngeh û akademiyan de profesorî kiriye.

 

Tevger û atmosfera wêjeyî ya di hundirê malbatê de, hêla ku Prof. Dr. Celîlê Celîl di temenê ciwaniyê de dest bi berhevkirina folklorê bike û ji babetên kurdiyê nêzîk bibe.  Prof. Dr. Celîlê Celîl xebata xwe di çarçoveya cografiya Ermenistanê de nehêla, lê belê “tûrikê dewrêşan avêt ser milê xwe” û di sala 1982’yan de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Piştî sê mehan ji ger û berhevkirineke bênavber, tûrikê Celîlî berxweş bû û paşê ji daneheva tûrikê xwe pirtûka “Zargotina Kurdên Sûrîyeyê” berhem da.

Di vê hevpeyvînê de profesorê me bîrdanka xwe vexepart û kêliyên ku ne tên jibîrkirin û ne jî dubare dibin, vegotin. Her wiha beşek ji hevpeyvînê ji bo xebata malbata Celîlan a di hundirê Radyoya Êrîvanê de hatiye veqetandin û li ser hin babetên cuda cuda yên kurdiyê, Prof. Dr. Celîlê Celîl bîr û baweriyên xwe tîne zimên.

 

 Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan

 

– Bi navê Rojnameya Bûyerpressê sipasiya cenabê te dikin ku te ev derfet da me û dema xwe ji bo veqetand.

 

Sipas ji bo we ku we ez bi bîr anîm.

 

– Di sala 1982’yan de te berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û di pê gera sê mehan re, te ji tûrikê berhevkirina xwe pirtûka “Zargotina Kurdên Sûrîyeyê” berhem da. Ji ber çi te Rojavayê Kurdistanê wekî qada xebatê hilbijart?

Di jiyana min de tiştekî gelekî xemgîn bû ku ez ew qasî bi kesera Kurdistanê û kurdên vî welatê mezin dijiyam, lê rê venedibû ku em hevûdin bibînin. Ez bawer dikim ev kesera hemî kurdên Sovyetê bû.

Gava ku têkiliyên Sûriye û Sovyetê xweş bûn, di sala 1977’an de em grûpeke akademiyê di gera xwe de çend rojan li Urdin, Iraq û Sûriyeyê man. Îcar wê demê wekî xweşî û şêrîniyekê kete dilê û min xwest careke din vegerim. Di sala 1982’yan de kurdekî êzidî bi navê Mistefa ku ji Efrînê bû, hat mala me (li Ermenistanê). Ewî ciwanmêrî ji min re got: “Ji ber çi tu nayêyî?” Ji min re got ku ermeniyên Ermenistanê tên milê Sûriyeyê û xizm û nasên xwe dibînin.

Min jê re got: “Dê û bavê min sêwî mezin bûne. Kurdên Sûriye û Tirkiyê li kû û ez li kû?” Ji min re got: “Lawo ez jî xalê te û merivê dêya te me! Ka tu were…” Wî daxwaznameya seredanê ji min re hinart. Dema ku hikûmetê ruxset û rêdan da min, ez wekî çivîkan firiyam. Xewna min bû ku biçim welêt, da ku tûrikê derwêşan biavêjim milê xwe û gund bi gund bigerim. Ez bawer dikim ku ez yekem kurdê Sovyetê me ku seredana Sûriyeyê kiriye û bê tirs li ser zargotina kurdî xebitiye. Îcar dema ku ez giham, di rojên pêşîn de komunîstên Helebê ji min re got: “Tu ji welatekî komunîst î û li van deveran dijminên komunîstan hene. Ji bo ku em te biparêzin, em ê ji te re bibêjin li kû derê bimîne û li kîjan malê rakeve.” Min ji wan re got ez hatime ji xwe re bigerim û miletê xwe bibînim, bawer nakim ku tu kes min asteng bike. Dixwestin bandora xwe li min bikin, lê min qebûl nekir. Gera min dest pê bû. Dixwazim careke din bibêjim: Bi rastî ji bo min xewn û xeyal bû ku folklorê binivîsim.

 – Şêwaz û rêbaza lêkolîna te ya li Rojavayê Kurdistanê bi çi awayî bû, tu çawa tevdigeriyayî, te çawa û ji kê ew parçeyên zargotinê berhev dikirin?

 

Wê demê êdî dengbêj û hunermendên kurd peyda dibûn û kaset jî dadigirtin. Min li cureyên sitranan, gotinên pêşiyan, mamik û hemî tiştên din dipirsî û qeyd dikirin. Min hem ji devê dengbêj û hunermendan, hem jî ji kesên temenmezin digirt. Gelek kesên ku min û wan bi hevûdin re xwendibû, welatiyên Qamişloyê bûn. Hema hemî xelkê Qamişloyê li dora min kom bûbû, min qet xerîbî nedît. Heta niha jî hemî li ber çavên min in. Mehmed Şêxo hebû. Xanima wî Hemşê qîza Qadiro bû. Mehmed Şêxo û birayê Hemşê Dr. Ismayîl, Dr. Hikmet û Dr. Heysem Qotreş, hemûyan li nik me li Sovyetê xwendibû. Min helbestvanên Qamişloyê dîtin û di fikra min de hebû ku helbestên wan bigirim û berhevokekê ji wan re çap bikim. Îcar rojekê ji min re gotin ku di sûka Qamişloyê de hatiye gotin ku Celîlê Celîl dê komeleya nivîskaran damezrîne. Bi rastî dema min bihîst ez tirsiyam! Îcar helbestvan û rewşenbîrên deverê li dora min civiyan û ji min re gotin eger tu komeleyeke nivîskaran ji me re damezrînî, hema serokê wê jî destnîşan bike. Min ji wan re got: “Bira can ez li vira mêvan im, ez kî me heta ku tiştên wisa bikim?” Min got eger ez tiştekî wisa bikim, neheqî ye; ez xerîb im û hûn çêtir hev dinasin. Min got berhemên we neketine destên min ku asta we binirxînim û serokekî ji we hilbijêrim, dema ez çûm li hev bicivin û di nava xwe de her tiştî çareser bikin. Xanimek ji Şamê jî hat, navê wê ji bîra min çûye, helbest dinivîsîn. Seydayê Tîrêj hebû, Keleş hebû. Lê ez dibêjim herî zêde asta Tîrêj bilind bû.

Ez li wê derê gelekî geriyam. Ez çûm Tirbespiyê, bûm mêvanê Mecîdê Haco. Paşê çûm heta bi Indîwerê. Li wê derê min seredana gundê Mezrê kir. Li wî gundî rêya erebeyê tunebû, hemî kevir bû, îcar em bi terektorê çûn. Cihekî beravî yî cinetî bû. Wekî dema di fîlman de dîmenan dikişînin da ku cineta sererd pêş xelkê bikin, min bi xwe ew cinet li wî gundî dît.

Ez çûm Dêrikê û bûm mêvanê mala Hecî Hesen (Bavê Adil). Zarên malê hemî zewicîbûn, lê di malekê de dijiyan. Îcar Hecî Hesen nû ji hecê hatibû, govendeke ecêb gerandin. Paşê bavê wan got: “Kuro min gelabiyekî zêde aniye, ka bînin li ber Celîl bikin, bila jê re be.” Îcar wan birayan pir xweş disitra, hem govendeke nedîtî digerandin, min texmîn nedikir ku lingên wan erdê digirin. Bang li min kirin ku bireqisim, min got: “Weleh ez wekî we nikarim.”  Îcar her cara ku wî gelabiyî li xwe dikim, hezar carî du’a dikim, hetanî vê gavê jî ez wî gelabiyî li xwe dikim, aniha li Ewrupayê bi min re ye. Bîranîneke pir şêrîn e.

– Neteweyê kurd bi zargotin û folklora xwe pir naskirî ye, lê ji bo te, taybetmendiya zargotina kurdên Rojavayê Kurdistanê çi ye?

 

Min 3 pirtûk amade kirin, lê li Ermenistanê tenê rêdana çapkirina pirtûkekê dan min û min ew çap kir. Wê pirtûkê helbest, sitran, dastan, govend û tiştên wisa li xwe digirtin. Cilda duyan jî çîrok, pêkenok û berhemên vekirî ne. Ya sêyan gotinên pêşiyan û têderxistinok in.

 

Li Rojavayê Kurdistanê Silo Koro ji min re anîn. Silo Koro di folklora kurdî de teyrê başoke ye, çi qasî zana bû! Wî digot û min bi dest dinivîsî. Cara duyan jî dema ez hatim, min Silo Koro li mala wî, li Xana Serê dît. Cara sêyan dema ez hatim, min ji xwişka xwe Cemîlayê re got gelek tiştên xweş li nêva kurdên Sûriyeyê hene, îcar ew jî bi min re hat. Cemîlayê sitranên kurdî dicivandin û dikirin nota. Tişta herî seyr û ecêb, çanda koçeran e! Cemîlayê got: “Cara pêşîn e ku li nava kurdan dibînim ku mirovek sitranên folklorî bi du dengan dibêje.” Ne tenê yekî digot, lê zêdetir ji yekî bû û li hev vedigerandin. Li nava koçeran dawetek çêbû, serî hebû binî tunebû. Di wê dawetê de dengê def û zirneyê nediçû hinan, ji ber vê yekê destekî din ê def û zirneyê anîn. Gelek taybetmendî û xalên balkêş di zargotina kurdên Sûriyeyê de hene.  Gelek gotin di dilê min de hene dixwazim bibêjim. Kurdên Sûriyeyê ne tenê ji bo min, ne tenê ji bo kurdekî duyan, -salên 80’yan ji bo hin kurdan serdemeke pir xerab bû- di salên 80’yan de, malên hemî kurdên Sûriyeyê mêvanxane bûn. Kurdên Sûriyeyê gelekî nandar û dilovan bûn. Kurdên Başûr, Bakur û Rojhilatê jî di malên kurdên Rojavayê de raketine û jiyane. Îro jî ez ji bo rewşa we birîndar im.

 

– Di warê danehev û berhevkirina parçeyên zargotinê de, gera te ya li Rojavayê Kurdistanê bandoreke çawa li tevgera wêjeyî û lêkolînerî kir?

 

Li Qamişloyê mamoste Ebas Ismayîl hejmarek ji pêkenokan berhev kiribû û di pirtûkekê de çap kir. Di pêşgotina pirtûka xwe de nivîsîbû ku bandora Celîlê Celîl li wî hebûye. Cara sêyan ez hatim Sûriyeyê, yekî ji min re got: “Kesî ji me guh nedida folklor û zargotinê; jiyana me hemî îdeologî û siyasî bû. Piştî tu çûyî, me ji xwe re got ev profesor ji Sovyetê hatiye û ew qasî qîmetê dide zargotina me, helbet tiştekî binirx di vê zargotinê de heye!”

– Dema tu hatî Rojavayê Kurdistanê wêjeya nivîskî di çi astê de bû, ango tu wêjeya Rojavayê Kurdistanê ya nivîskî, di wan salan de çawa dinirxînî?

 

Wê demê li milê Qamişloyê baş bû, ji ber ku girêdana wan hem bi Başûr hem bi Bakur re hebû. Lê di heyamên berê de, kurdên Sûriyeyê gelekî pêşketî bûn. Di serdema Mîr Celadet Bedirxan de çapkirin û weşana kurdî di asteke herî bilind de bû. Yên wekî Tîrêj û Keleş jî, silsile û berdewamiya Mîr Celadet Bedirxan bûn.

Em li Hisiçayê diciviyan û me şevbuhêrkên wêjeyî li dar dixistin. Osman Sebrî û yên din di serdema Celadet de bûn û girêdayî wî bûn, lê yekî wekî Tîrêj ku peyhatiyê Celadet bû, pir jîr û zana bû. Wê demê qada çapkirinê tunebû, lê Selah Bedredîn gelek pirtûkên Sovyetê diweşandin.

Kurmanciya şêrîn, paqij û zelal li nav kurdên Sûriyeyê zêde maye.

Dema ku ez hatim berhevkirina folklorê tunebû, tenê xebata siyasî bû û partiyên we jî gelekî ji hev cuda bûbûn. Ez vê jî bibêjim: Ez ji hemûyan razî me, partiyên siyasî hemûyan qedrê min digirit. Di meydana alîkarî û mêvandariyê de, tenê kurdên dilsoz yên Sûriyeyê ne.

– Ji wan her sê mehên ku tu li Rojavayê Kurdistanê mayî, kêliyên ku nayên jibîrkirin, çi kêlî bûn?

 

Bavê min û dêya min sêwî bûn û ez li gundan mezin nebûme. Ez bi xak, welat û girêdanê li Sûriyeyê hest bûm. Li bal we problema kurdîtiyê tunebû.

Remo Şêxo li Helebê hebû, lehengekî komunîstan bû. Şevekê ez bûm mêvanê wî û em her du li odeya wî ya taybet raketin. Carekê di nîvê şevê de ez hişyar bûm, min dît Remo ne li nav nivînên xwe ye! Ez derketim, min dît Remo li ser banê xanî berikek raxistiye, ebayê xwe avêtiye ser xwe û kûr û şêrîn razaye. Roja din sibehê min ji Remo pirsî ku ji ber çi wisa kiriye, ji min re got: “Ez nikarim li cihê nerm rakevim, eger bin min ne hişk be xewa min nayê.”

Xwarin, razan, rabûn û danûsitandin bi kurdî bûn. Gelek tiştên balkêş hene ku ji bîra min naçin. Rehmetiyê Xelîl Sasonî -ez kor bibim ji bona wî, ev salek e miriye- çi qasî dilovan bû, çi qasî insan bû, çi qasî nazik bû… ewî gelekî alîkariya min kir.

Dema min milet û jiyana wê derê dît, min ji nû ve nasî ka ji ber çi ew qasî bavê min ax û ox dike, ji ber çi bi keser û dilşewat e li ser welêt.

Kurdbûn ziman e. Xaka ku tu lê, tu dikarî navê wê jî biguherî, lê dema ku gel zimanê xwe winda kir, êdî mir.

 

– Di parastina koka neteweyê kurd de, zargotin û folklora kurdî roleke çawa lîstiye?

 

Kurdbûn ziman e. Xaka ku tu lê, tu dikarî navê wê jî biguherî, lê dema ku gel zimanê xwe winda kir, êdî mir. Ziman çand û rewşa gelan e. Di Rojhilata Nêzîk de çanda devkî gelekî pêşketî ye. Ez zêde naxwazim parçeyên din kêm bikim, lê kurdên Sûriyeyê û zargotina wan bandoreke mezin li min kiriye.

 

– Te bi hezaran ji gotinên pêşiyan jî dane hev. Ji aliyê wate, naverok û hûnandinê ve, tu çawa dikarî gotinên pêşiyan pênase bikî?

 

Te got bi hezaran, lê min bi dehên hezaran civandine. Li Êrîvanê, di sala 91’ê de min û Ordîxanê bira pirtûkeke gotinên pêşiyan çap kir. Wê demê me pêşniyar kir ku ev gotinên pêşiyan wekî branş têkevin dibistanên gundên kurdan, da ku mamoste dersan li ser wan bide û ji bo ku xwendekar jî bizane ka biratî, welatparêzî, dost û dijmin, baş û xerab, tema û destvekirî  çi ne û çawa ne. Me derdora 250 pelî amade kir û babetên tê de dabeşandin. Yanî ev gotin gelek tiştan di nava xwe de dicivînin.

 

– Ji danehev û berhevkirina parçeyên zargotinê wêdetir, tu nabînî ku êdî pêwîstiya pirtûkxaneya kurdî bi celebên wêjeyê yên mîna roman û kurteçîrokê heye?

 

Li Tirkiyê êdî pirtûkên cuda cuda tên çapkirin. Lê gerek e hêj jî pirtir bibin. Çawa ku tiştek zêde dibe û tu bêjing dikî, tiştên hûr diçin û yên gir û mezin dimînin, edebiyat jî wisa ye; divê ku zehf bibe, ji bo ku hemûyan bêjing bikî û bixwînî û paşê bizanî kîjan çêtir e. Ev meydan aniha diçe û tê, carinan xurt, carinan jî hêdî ye.

Berhemên ku apê Hecî (Heciyê Cindî) bi navê xwe çap kirine, hemî ne berhevkirinên wî ne.

– Dema ku mirov jiyan û xebatên wêjevanên kurd ên Ermenistanê dixwîne, ji Heciyê Cindî bigire û hetanî roja îroyîn, piraniya wan giranî daye daneheva zargotin û folklorê, sedemên vê yekê çi ne?

 

Dema ku bolşevîk hatin, rê dan hemî neteweyan û ji wan xwestin ku danehev, berhevkirin, nivîsîn, xwendin û reweşenbîriya xwe bi zimanê xwe bikin. Di salên 30’an de ev tevger gelekî geş bû. Tîpên kurdî hatin çêkirin, rojnameyên kurdî hatin çapkirin, dibistanên kurdî vebûn û rewşenbîrên kurdan jî dest pê kir. Li Azerbîcanê jî berhevkirin û rewşenbîriya kurdî dest pê bû, lê li bal me (Ermenistan) xurttir bû. Ermenistan bû bigeha kurdên Azerbîcan û Gurcistanê jî.

 

Lê dixwazim tiştekî bibêjim: Berhemên ku apê Hecî (Heciyê Cindî) bi navê xwe çap kirine, hemî ne berhevkirinên wî ne. Wê hingê ne tenê kesekî berhevkirin dikir, lê belê grûp-grûp diçûn. Grûpên ermeniyan jî hebûn, ermeniyan gelekî baş bi kurdî dizanîbû û xebateke pir baş kirin. Ermeniyekî Muksê hebû, 20 şaxên Rustemê Zal nivîsîne. Îcar grûpa ermeniyan berhevkirinên xwe radestî seksyona (beş) kurdî dikirin û sekreterê seksyonê jî apê Hecî bû. Gelek ji wan kesên ku folklor berhev kiribûn wefat kiribûn û yên mayî jî bi temenê xwe mezin bûbûn. Paşê di salên 60’î de apê Hecî ew destnivîsên di dest xwe de (yên ku di seksyonê de bi dest xistibûn) û hin tiştên din jî lê zêde kirin û bi navê xwe çap kirin.

 

Ermeniyê ji Muksê navê wî Pûşîkyan bû. Pûşîkyan di berhemeke ermenî de li jêrê wekî not nivîsiye ku enstîtuya wan, şaxên Rustemê Zal berhev kiriye û bi kurdî nivîsiye. Îcar paşê di salên 70’yî de apê Hecî ew şaxên Rustemê Zal bi navê xwe çap kirin. Apê Hecî bi destekî bû, îcar ez her timî şaş dimam û çavnebarî li bal min çêdibû, min digot apê Hecî bi destekî ye, ez û Ordîxanê bira em bi çar destan in û ew ji me bêhtir berhevkirinê dike! Paşê min nasî ku apê Hecî destnivîsara wî ciwanmêrî bi navê xwe çap kiriye.

– Di warê belgekirin û parastina huner û folklora kurdî de, Radyoya Êrîvanê xebateke bêhempa kir. Malbata Celîlan, çi xebat di hundirê wê radyoyê de kir?

 

Dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn dest pê bû, welatî û rewşenbîrên hemî komarên Sovyetê çûn leşkeriyê ji bo ku şer bikin. Bavê min (Casimê Celîl) berê li leşkeriyê derb xwaribû û 3 parsûyên pişta wî şikestibûn, ji ber vê hindê ew di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de neçû leşkeriyê. Lê bavê min wê çaxê xwendina bilind a mafnasiyê bi dawî kiribû û bawername wergirtibû, her wiha çapemenî jî xwendibû. Îcar di dema şer de bavê min xebata xwe di nava milet de dikir, di milê îdeologî de dixebitî. Bavê min helbestvan bû, ewî dinivîsî û hevalên wî yên ermenî jî helbestên wî werdigerandin zimanê ermenî û çap dikirin. Bavê min di sala 1954’an de berhevokeke xwe ya helbestan bi navê “Elegez” çap kir. Paşê ermeniyan jî ew berhevok wergerand. Êdî wê berhevokê deng veda û xelkê zanî ku helbestvanên kurdan jî hene. Îcar Ermenistanê çend biryar ji bo kurdan sitandin; yek jê ew bû ku rojnameya Rya Teze bi birêvebiriya Mîroyê Esed careke din weşana xwe bidomîne, ya duyan jî ku Radyoya Êrîvanê bi serokatiya bavê min (Casimê Celîl) were vekirin. Ev biryar di dawiya 1953’yan de cî bi cî bû. Berî ku Mosko pereyan bihinêre, bavê min ji bo radyoyê berhevkirin dikir û Ordîxanê bira jî di warê wergerê de alîkariya wî dikir. Di sala 1955’ê de destek û pere ji Moskoyê hatin û xebata radyoyê bi awayekî fermî dest pê bû. Careke din Ordîxan bê pere alîkarî dikir, lê di sala 1957’ê de ji bo xwendina xwe çû Leningradê.

Birayê Xelîlê Çaçan wê demê li gund bû, li gund îmzeyên gundî û welatiyan berhev dike û dixe wekî raporeke nerazîbûnê li hember xebata Casimê Celîl û bi alîkariya mirovekî hildide Moskoyê..

– Lê Eznîva Reşîd û Xelîlê Çaçan kengê hatin?

 

Di 57’an de dema ku Ordîxan çû, êdî bavê min xebatkarekî dixwaze û wê demê (di 1957’an de) Xelîlê Çaçan tîne radyoyê. Ez mirovekî dîroknas im û her tişta ku dibêjim dokumentên wê li nik hene. Aniha daxwaznameya Xelîlê Çaçan a ji bo tevlîbûna radyoyê li nik min heye; kaxeza ku tê de nivîsiye ez bêkar im û berê min çi xebat kiriye, di dest min de ye. Wê demê radyo li jêr kontrola Wezareta Çandê ya Ermenistanê  bû û ji ber ku bavê min di xebata xwe de pir çalak bû, Wezareta Çandê sipasnameyek diyarî wî kir. Di heman salê de hin kes raporekê bi bavê min hildidin Moskoyê û tê de dinivîsin ku Casimê Celîl siyaseta partiyê baş nameşîne. Birayê Xelîlê Çaçan wê demê li gund bû, li gund îmzeyên gundî û welatiyan berhev dike û dixe wekî raporeke nerazîbûnê li hember xebata Casimê Celîl û bi alîkariya mirovekî hildide Moskoyê.. Di nîvê sala 1958’an de siyaset û serokatiya radyoyê radestî Xelîlê Çaçan kirin û bavê min bû Berpirsyarê Beşê Edebiyat û Muzîkayê.

 

Dema ku Xelîlê Çaçan hat radyoyê pişta wî gelekî germ bû, her du birayên wî “Bayloz” û “Celîl” di artêşê de payebilind bûn.

 

Bavê min hunermendên Mêrdîn û Bişêrîkê tanîn û dengê wan qeyd dikir. Min bi xwe jî wê demê dest bi danehev û berhevkirina folklorê kiriye. Min li arşîva xwe nihêrî, lênûskeke min a biçûk heye, vedigere sala 1955’an. Bavê min di sala 1963’yan de dest ji xebata radyoyê berda. Nûrê du salan xebitî û çû bixwîne, Tîtal jî du salan xebitî û çû karê partiyê. Di 1967’an de Cemîla Celîl cihê xwe di radyoyê de girt û bû Berpirsyara Muzîka Kurdî. Bavê min di radyoyê de 700 sitran civandibûn. Cemîlayê ji 1967’an hetanî 2002’yan xebata xwe domand û 1700 sitran civandin. Jina min bi xwe jî “Gulîzara Casim” bîst salan di radyoyê de bêjerî kiriye. Ez berpirsyarê van gotinan im.

– Di van kêliyan de gelek guhertinên berbiçav li Rojavayê Kurdistanê dibin. Tu çawa li vê rewşê dinihêrî û ji bo demên bê çi pêşbîniyên te hene?

 

Bingeha her tiştên erênî: diyaloga di nav hev de û hevgirtin e. Hîn bin çawa danûsitandinê bi hev re bikin; ne ku êrîşî hev bikin û li hember hev bêhurmetiyê bikin. Xaleke ku hûn der barê wê de hemnerîn bin, li ser wê li hev bikin û gaveke hevbeş biavêjin. Hev binasin, bila çûn û hatin di navbera we de hebe. Xelk bi me dikene, tu li kû derê bibêjî doza kurdî, xelk kenê xwe dike. Ji bona kurdên Sûriyeyê ez ê çavên xwe derxim û bêxim bin lingên wan. Hûn hemî baş in, lê hema bifikirin çawa hûn ê bi hev re bijîn. Her kes li ser bîr û baweriya xwe, lê zererê negihînin hev. Cihên tûj negirin destên xwe, cihên nerm bigirin ber sîngên xwe.

 

– Hevpeyvîna me bi dawî  bû, careke din sipasiya cenabê te dikim.

 

Ez dixwazim hêj ez sax im, bibînim ku Rojavayê Kurdistanê wekî rewşa ku min dîtî û hêj baştir be.  Her bijî, sipas dikim.

 

Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 80′yan de hatiye weşandin. 2018.07.01