Share |

QUBADÎ FÎLMÊ ZAROKÊN KOBANÊ DIKIŞÎNE

Derhenêrê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Behmen Qubadî li ser zarokên Kobanê û Şengalê fîlmekî bi navê ‘Dengê Zarokên Kobanê û Şengalê’ dikişîne. Qubadî di wê filmê de dê behsa jiyana rojane ya zarokên Kobanê û Şengalê bike.

Qubadî der barê projeya xwe ya ji bo vê filmê, nivîsek li ser rûpelê xwe yê taybet ê Facebookê belav kir. Qubadî radigihîne ku dê fîlm behsa jiyana zarokên ji ber şerê DAIŞ’ê penaber bûne û di kampan de dijîn, bike. Derhênerê kurd ragihand di vê projeyê de 6 derhênerên ji Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê dê ji bo 2 mehan di kampên penaberan de zarokan di warê awayê girtina dîmen, wênegirtin û her wiha rewşa çêkirina filmê de werin fêrkirin. Qubadî der barê fîlmê xwe de wiha dibêje: “Ev fîlm dê hemû bi awayê fîlmekî sînemayî di mîhrîcanên navneteweyî û navendên zanistî yên sînemayê yên li cîhanê de werin nîşan dan.” Derhênerî û çîroka fîlm ji aliyê derhêner Behmen Qubadî ve hatiye amadekirin. Rêveberê projeyê jî Şaho Nîmet e. Behmen Qubadî 1’ê Sibata 1969’an li Baneya rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di navbera salên 1995-99’an de derhêneriya 10 kurtefîlmên di pêşbirkên navneteweyî de xelat wergirtî, kiriye.

 

SILÊMANÎ – ROJNEWS- azadiya welat