Share |

Roja "Ala" me… Narîn Omer

 

 

Roja Ala me

Hevjiyanê bi zar û zarav dike

Lêbûrênê bi bask û çeng dike û

Pijirandêbi deng û reng dike

 

Ala me

 

Mehbora kewijandina xwe

li xemla siruşta Welat serest kiriye û

pizdana hebûna xwe bi malzarokê ve

durpêç kiriye

 

Ala me

 

Pevokên vehûnayî ji pînara "Manî"

Diweşîne û li asoyên ramanên me

Difirîne û kakilên perhîziya "Zerdeşet"

Li ser hilima hastên me belav dike

Ew xweș tiraze, pilreyên hebûna me

Bero asteyên çerx û felekê dehêdî.. hêdî

Efraz dike

 

Ala me

 

Wêneyên mayîna me bi awayek sazkar

Mebestajiyana me di EstanaGerdûnê de

Vajî dike, ji ber ku ew ji niyaza "Enahîta"

Rewa ya mihrevaniya xwe tîne

Roja "Ala" rengîn çarenûsiya hoșîniya me ye.

 

narinomer76@gmail.com