Share |

Roja li Berkirina Cilên Kurdî Hat Diyar Kirin

Wezareta perweydeya Hukûmeta Herêma Kurdistanê li belavokekî de, roja taybet bo xwekirina Cilên Kurdî li dibistanan diyar kir kû dikeve 10 heyva Adarê.

Haver Dawid gotebêjê wezareta perwerdeya Herêmê  bo ajansa Peyamnêr ragihand: îro di kombûneke taybet de li encûmena wezîran, bi serpereştiya wezîrê perwerde û bi amadebûna endamên encûmenê, nirxandina pirogiramê xwendin û ezmûnan hat kirin, piştî gotûbêjan, biryar hat dayîn kû komîteyeke pispor were damezrandin da kû vê rojê li gorî demên gunav diyar bike.

Weha jî tê de hatiye kû, karê vê komîteyê amadekirina raportekiye kû di navbera heftiyekî de were amadekirin û dawî bo karên pêwîst tê dayîna wezaretê.

Wekî din diyar dike kû, di demên bûrî de roja Heştê Adarê diyar kiribûn bo li ber kirina Cilên Netewî Kurdî, lê belê ji ber kû dû yad di rojekî de bandora wan li hev dibe, pêwîstiya guhartinê hat dîtin çûnkî dihêle kû ji aliyê nerênî ve bandor li çalakî û karên bîranîna Roja Cîhaniye Jinan dihat kirin.

Wezareta perwerdeyê kû pêşniyar kiriye roja 10/3/2013 her sal bibe roja li xwekirina Cilên Kurdî, çûnkî dibe berî despêkirina bihinvedanan fermiya Buharê bi dû roj tê.

Wekî din hat diyar kirin kû ev biryarekî weha kû cihê rezamendiyêye û bi rezamendî dibe, dewamên fermî jî weke xwe dibe û bandor li ser nayê kirin.

Ev daxwaza guhartina roja li berkirina cilên netewî Kurd piştî wê yekê hat li ser daxwaza encûmena bilinda Jinên Kurdistan pêkhat, çûnkî xwestibûn kû roja Cilên Netewî Kurdî ji roja heştê Adarê roja Jinên Cîhanê cûda bibe.

 

Hewlêr – (PNA) – Dilşad Ehmed / C. M