Share |

ROJAVA…EHMED HUSEYNÎ

Rojava,

zarotiya ku lêvên serav û serabê diçurisîne..

Rojava,

Kevala ku êşa min di rengê reş de dinimîne..

Rojava,

Toza ku li ber lingên birîndar nimêj dike..

Rojava,

Hinaseya ku di sînga şervanan de asê dimîne..

Rojava,

Demsalên ku destên xwe li alên azadiyê dipelînin..

Rojava,

Pirsên ku bersivên xwe bi kêrên babelîskan dikujin..

Rojava,

Dastanên ku bi ser serê xwedawendan de dirijin..

Rojava,

Xwîna rojê ya ku ber bi dilê berbangê de diherike..

Rojava,

Hîvên çardeşevî yên ku di esmanê xewna min de rûdinin..

Rojava,

De destên xwe vekin û pêşwaziya siwarên afsaneyê bikin!

 

ji rûpela Ehmed Huseyni