Share |

Rola Oldar û Dengbêjan di Parastina Zimanê Kurdî de li Cizîrê…Konê Reş

Wêne: Ez û hunermend Saîd Yûsiv di xelata şahiya min de sala 1978an li Qamişlo.
Wêne: Ez û hunermend Saîd Yûsiv di xelata şahiya min de sala 1978an li Qamişlo.

Di salên 1915-1925an de, buhiştî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek ji Almaniya anî Helebê û pê çend kovar û rojname weşandin.. Ta ku di sala 1925an de ji Helebê barkir û çû Rewandizê..

  Belê akam û bandora yekem a gelêrî di parastina zimanê Kurdî de, bi saya dîwana Melayê Cizîrî bû, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî bû, helbestên Feqeyê Teyran bû û bi saya hicrik û tekiyên olî bû.. Ewên ku, di wî heyamî de, di gund, bajar û bajarokên Cizîrê de belav bûn wek: Xizna, Til Merûf, Hilwa, Endîwerê, Qeremanê, Amûdê û Qamişlo... Hem jî rol û akama dengbêjan, di parastina zimanê Kurdî de pir mezin bû  wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî, mala Şêxê Nado, mala Emînê Temo, mala Kinê, mala Remo, mala Eliyê Mehmed, mala Şêxê Nado... Û wiha  tev malbatên ku bi kemaçê an ribabê û def û zirnê govend û şahî di Cizîrê de digerandin ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê û tev dengbêjên kilasîk li devera Cizîrê. Hem jî rola dengbêjên çiyayê Şingalê li ser dengbêjên Cizîrê gelekî xurt bû, ji ber ku hingî Şingal wek dibistanekê, ji fêrbûna saz, awaz û gotina strana kurdî a resen re dihat dîtin...  

   Piştî vî nifşî, nifşekî din ji dengbêjan hat meydanê, ew jî ne kêmî nifşê pêşîya xwe bû; wî jî roleke giring di parastin, pêşxistin û berdewamiya parastina zimanê kurdî de lîstiye wek: Hizniyê Selîm, Rifetê Darî, Evdilo, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo.. û gelekên din ku peyva Kurdî ya resen di nav têlên tembûr û dengê xwe de parastine... Û wiha milet bi zimanê xwe ve girêdayî maye ta roja îro.. Rehma Xwedê li miriyan be ji wan û temenekî dirêj di xweşiyê de ji saxan re be.

 

 

Konê Reş

Qamişlo, 13.11.2014