Share |

ROMANA ‘DERÎ VEKIRÎ BIHÊLIN WÊ HECHECÎK VEGERIN’ YA NİVÎSKAR ÎRFAN AMÎDA DERKET

Ji weșanên LîS ê romana ‘derî vekirî bıhêlin wê hechecîk vegerin’ li amedê derket di romana xwe ya sêyem de Îrfan Amîda vegotina xwe kûrtir dike û bi retorîkeke bêhempa, di despêka şerê xendekan de derûnîya jinê bi hûrbînî dihûne;

yan jî hêzekê dide sehekên xwîner û xwîner  bi çêjeke din dihisîne. Yar û neyar dixe mêzîna hîçîyê. Mîna morîkên gerdenîyekê bi vegotinê bendeke dîtir çêdike  li hember dorpêçkirina bajêr. Bi vî awayî atmosfereke bênavendî ava dike. Û weku armanca wî ew be xwîner didahfîne wê navenda ku lê metalîk, xav, kal û bêgiyan in çek; bêgiyan e neyar, lê Amîda evê nabêje, yan jî ev ne li ser bala wî ye; berê wî li hin tiştên din e, bi tiştinî din mijûl e. Serqisê ew bi bêhna axê, vizîna bê, rîtma zemên, êş û azara mihacirîyê dadikeve, yan jî bi tu tiştî danakeve lê bi me werê tê.

Dîyalog û monologên gelekî seyr ên rêya xwedîtinê di awêneyekê de didin mirov, rê didin mirov ku xwe bibîne bê çi li xwe dike bar; çi li wî bar e. Îrfan Amîda ne tenê jîyanê baş dibîne, ew raste rast wê bi mirov dide jîyandin jî.