Share |

Semînara (STANDARDKIRINA ZIMANÊ KURDÎ) li Hewlêr

Mamoste Xalid Cemîl
Mamoste Xalid Cemîl

Piștî demek dirêj ji rawestandina çalakîyên Dezgeha sema ji ber egerê nexweșiya Korona û piștî gavavêtinên baș li pêș belavbûna vê nexweșiyê li herêma kurdistanê careke din dezgeha sema vedigere kar û xebatên xwe li gel pabendbûna bi rênimayên xweparastina tendirustî ji Koronayê.

 Di bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çandî û hunerî . û bi beșdariya jimareyeke baș ji hezkiryên ziman û edebiyata Kurdî  semînarekê bi Zimanê Kurdî li sernavê:

(STANDARDKIRINAZIMANÊ KURDÎ) ji aliye mamoste Xalid cemîl Mihemed hate amadekirin û pêşkêşkirin . li Roja Înê 28/05/2021-Demjimêr 07:00ê êvarê. Li Hewlêr Hotêla Kapîtol.

Semînar ba awayekî baș û zengîn ji aliyê Mamoste Xalid Cemîl ve hate dayin û bi beșdariya beșdarvanan bi pirs û bersivan çalakî bi dawî hat.