Share |

SEMÎNARA ZIMANÊ KURDÎ DI RAGIHANDINÊ DE

Dezgeha Semakurd ya çandî û hunerî, roja Pêncşemê 11 gulanê semînareke hevbeş li ser navê (ZIMANÊ KURDÎ DI RAGIHANDIN û WÊJEYÊ DE) li darxist û beşdariyek baş ji hezkiryên wêje û edebiyata Kurdî li Hotêla Kapîtol birêve çû :

ew şeva wêjeyî ji du bêşan pêk dihat di destpêkê nivîskar û lêkolînvan Xalid Cemîl Mihemed li ser (ZIMANÊ KURDÎ DI RAGIHANDINÊ DE) simînarek pêşkêş kir û bal kişand ser gelek babetên girîng di vê mijarê de û gelek pirs bersivandin mîna.

Rewşa Zimanê Kurdî di ragihandina vê serdemê de çawa ye?

Divê Zimanê Kurdî di ragihandinê de çawa be?

Bi çi awayan bandora Zimanê Kurdî li ser ragihandinê heye?

Gelo mînak û nimûneyên bikaranîna Zimanê Kurdî bi awayekî, xirab û ziyandar di ragihandinê de hene? û gelek pirsên din.

her weha di beşê didwa yê wê şeva wêjeyî de helbestvan û rojnamevan Besam Mistefa li ser (ZIMANÊ KURDÎ DI WÊJEYÊ DE) gelek zanyariyên hêja anîn ziman û gelek pirsên di derbarê vê mijarê de bersivandin.

Semakurd-Hewlêr

..….