Share |

Serhatî û Dastanên Efrînê Hatin Çap kirin

Yasîn Hisên- Ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve li bajarê Silêmaniyê, pirtûka bi navê (Bêrîvana Cindî) hate çap kirin.

Ev pirtûk ji çend dastan û serhatiyên devera Efrînê pêk hatiye, ku Folklorîst Mihemedê Cezawîr Hemkoçer ev dastan û serhatî kom kirine û lêkdana wan jî kiriye.

Herweha Enstîtuya Kelepûrê Kurdî jî pêşekiyek ji bona van dastana kiriye ku têde behsa giringiya van dastan dike, û ev pirtûk wekî yekem kar e ku Enstîtuyê li ser devera Efrînê kiriye, û di eynî pêşgotinê de jî diyar dike ku wê hîna gelek kar ji bona vê navçeya giring bike.

Dastanên ku div ê pirtûkê de hatine ev in: Dastana E'zîzê Tek Mistefê, Tawîr Begê û Lewend Paşa Narîn, Heycanê Ereba Salih Begê Ûsibê Tekoxlî, Heycanê, Gênc Osman û Naza Menên, Dastana Mêrzo Begê Feteh Beg û Gewrê, Mîrên Hekarî Xelîl Beg û Cebelî, Cebelî, Guçik Hesen beg û Têli Eyşana Narîn, Dastana Bêrîvana Cindî, Dastana Fatima Salih Axa.

Pirtûk ji 310 rûpelên orte pêkhatiye û ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî û Birêvebiriya Çap û Belavkirinê ya Silêmaniyê gihaye ber çapê.