Share |

Simînara nivîskar Kawa şêxê Li Amedê

3yemîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi beşdariya gelek komên şanoyê ji herçar percê Kurdistanê ji Dihok, Silêmaniyê , Kerkûk, Kermenşah, Îlam, Nisêbîn, Batman, Istanbol û her weha ji Qamişlo lê ji ber estengiyên ku dewleta Tirk li ser sînor derxistin nikarîbûn beşdar bibin.

û di çerçeva vê festival de hin simînar hatin pêşkêş kirin ji wan jî yek a nivîskar û şanoger Kawa şêxê bû ku di derbarê şanoyê rojavayê Kurdistanê û bi taybetî ya bajarê Qamişlo agahiyên gelek girîng dan nemaze dîroka şano û bala beşdarvanan kişan wate ku bajarê Qamişlo di sala 1921an ava bûye û di sala 1936an de şano lê hatiye pêşkêş kirin û gelek agahiyên din .

hêjayî gotinê ye ku wê Festîvala roja Yekşembê 22 mijdarê bi şanoya “Leyla” ku ji aliyê koma şanoyê ya navenda çand û hunerê ya mezopotamiya ( Istanbol) tê lîstin bi dawî bibe.

SemaKurd-Amed