Share |

Tengezar Marînî (Ev dem lazime ku mere siyasetê bike, û em bi hevre bi yek bin)

Tengezar Marînî

Hozan Emîn- Tengezar Marînî nivîskarekî kurd e li rojavayê Kurdistanê li bajarê Tirbespiyê sala 1959'an hatiye dine,

Pisporiya karmendiya mediya nû (communication, relation, presentation ) xwendiye , ji demek dirêj de li welatê Almaniya Dijî , û gelek xizmetên wî di beware edebiyata Kurdî de hene nexasime di ware pêwendiyan de di navbera wêjevanên kurd û ê Alman, li ser helbest û wergerê gelek karên bi nirx hene, her weha gelek berhemên wî ên edebî hatine çapkirin , di gelek kovar û rojnama û malpera de dinivîse û yek ji wan jî rojnama Evro ye , me delîve dît ku em li ser kar û xebatên wî hin agahiyan wergirin , bi kêfxweşî bersiva me da .

Di destpêkê de di derbarê beşdariya xwe di dîdara romana Kurdî de ya ku yekîtiya nivîskarên Kurd li Dihokê saz kiribû , û merem ji vê dîdarê û armancên wê weha axiv: bi rastî festival tiştekî pîroz e , berî her tiştî romanivîs û rewşenbîrên me , û nivîsakrên ji her cûrê edebî  be bi hevre diaxivin û hev nas dikin, eve gelek girînge , dema ku mere ji nêzîk ve hevdû bibîne, gelek baştire mere ji dûr hev binase , wê çaxê we hizr û bîrên hev bi yekûdû re parvebikin, û ev dibe egerê rêxweşkirin û danîna zemînê bû xwendin û lêpirsînê, her weha ji bo têkiliyan di navbera perçeyên Kurdistanê û xurtkirina wê de , her weha naskirina zarvayan ev jî xaleke girînge ku ji hev aghdar bibin, û li ser kar û çalakiyên hev agahdarbin, a din jî di van cure festîvalan de gelek gotar û simînar têne xwendin, wê hin jê baş bin hin jê jî wê ne baş binirxînin, û ev rê li ber nivîskarî vedike ku di gel xwe de giftûgo bike û di gel ê din jî , û wê li ser encam û ermancên wê were axaftinkirin, min jî babetek pêşkêş kir , û min xwendinek nû ji berhemekê re danî , û li ser teknîk û şêweyê nû , ku di dibistanên piştî salên 2000 ê edebiyatê , min hewl da ez wan dibistana nû û ê estetîk lê binêrim.

Em hatin ser rewşa rojavayê Kurdistanê û bi vî şêweyî nirxand : Bi rastî rewşa rojavayê kurdistanê min gelek mijûl dike, û niha min giranî daye ser, ji ber bi hebûn û nebûna miletê me ve girêdayî û meselake rewştî ye û wek erkekî mirovayetî li ser mile her mirovekî çi rewşenbîr çi mirovekî dî, ev hemî demên min birine, û hewldanên min di beware karê mirovan re girêdayî û bi wan pêwendiyên ku min ava kirine bi wan kesên ku karibin xizmetê bikin , û dezgeh û saziyên navnetwî, ku ez pirsa kurd û a penaberan û herweha pirsa Sûrîyê bi giştî em ji wan re rave bikin.

Bi mixabinî kurdên me îro siyastê nakin lê belê partîtiyê dikin, ev dem lazime ku mere siyasetê bike, û em bi hevre bi yekbin.

Her weha lazime mere bi êşa hemî mirovên li Sûrî dijîn bihise û bi wan re bêşe , em wek Kurd wek Sûrî dive em hemî hewldana bikin ta ku em xwe û pirsa xwe , bi diniyayê ve bide naskirin, û vî karê qirêj yê ku ev rêjîma Sûrî ya zalim dike , rastiya wê eşkere bike.

û li ser xebatên xwe yê edebî jî got ku ez mijûlî wergerandina romana romanivîsê Elman yê navdar Gontergiras ya bi navê Mişk û pisîk, û her weha min hin helbestên 130 helbestvanên Alman wergerandine zimanê Kurdî, û hinek ji wan rojnama war belav kirine, ev kar ez ji zûde dikim, û di dest min de pir laper çêbûne heta 1000 laper derbaskirye, min deq û helbest û kurtejiyana wan wergerandiye, û min pirtûkek di beware rexnê de jî amadekirye, li ser tiyora romanê û piraktîka wê gelek babet min hazir kirine, û min gelek roman xistine di bin wê dîtinê û lêkolîne de, û bi vê awayî axaftina me li vir bi sipasî qediya  .

 

Rojnama Evro - 12-3-2013