Share |

TU EZ IM… BÊKES REŞÎD.

 

Bo … Çavên keçka min ( Hêja).  

 

 

 

Ji destpêkê ve min xwestibû ez hebane

... Bi vî rewanî... bi van hêviyan

... Bi hemû nigaşên ku hîna nebûne!!...

Min xwestibû hertişt hebane
... Xweberîtiya min di serî de bane
... Ristika divayan ji stûyê min çiriyabane
... Bê xwestek hebane

Tu jî hebane

Tu ez bane

Da te

... Ne xewnek, ne awirek... ne jî ramanekî tal nedîtibane

Min xwestibû ...

Bi hemû awayan…

Ji destpêkê ve min gelek tişt xwestibûn

Ji tiştên nebûyî jî bêtir!!!...

Te jî xwestibû ?

Xwestina te berî hertiştî bû

Xwestina te fermanbû… !!

Ax… ax…

Ax bavê mino ax…

Ku her raman bo te be…

Ku her tişt bo te be…

Ku her hundur û derve bo te bin...

Ku tu ez bim... !!

Te bi çi terzî ji mandê werînim?

Te bi çi awayî di xwe de zindî bikim?

 

Ji pizdan…
 Ji ber germa sînga te…

Riwê min yê ko ji hêsirên te şil dibû...

Gewdeyê te yê lawaz...

Rebeniya te... û

Hemû hêlên te... ezim

Min bihêle

Min veşêre

Tu tenê xewna bêdawî

Buhuşta yekemîn...

Buhuşta piçûkaniyê…

Ax dayika minî sêwî mabû...

Tu mirin in sosret şiyardike

Valayiyên ko tu ji min re çêdike vedimalim

Hatinên te… bendewariyên te…

Bêhna min ko her şev meya teye

Tu her ezim û hindek ji ezman

 

Keçka minê…

Ax keçka minê ax…

Heger tu bixwaze…

Heger tu bipirse…

Ji min yan ji tiştin din?

Yan jî ji xwe?

Tevaviya rastiyê bipoşe

Wilo bibe ( Ez )...

Hertiştî ji xwe re bibe

Ne weke ez bixwazim…

Ne weke ko pîçek jî bixwaze…

Wek hebûneke din… !!

         Awarayîyeke din… !!

         Xweberîyiyeke din… !!

Wilo bawer dikim tu biafire…

     Tu xwe û min biafirîne…

Gelo wê xema çi û kî be ?

Li gor te…

Ne li gor tiştekî din…

Ne li gor min jî…

Hin ji bin xakê û hin jî ji hebûneke din
 
Dayika min ya piçûk

Helbesta min ya dawî...

Mayîna rastî...

Di vî temenî de

Piştî hevqas salên mirîtiyê

Piştî hevqas sedemên biyaniyê

Tutê min fêrî nûbûnê dike

Tu tê min fêrî awayekî din ji girî dike

Di nav destên nazik de

Tîbûna nebûnên nû dikim

Tevgerên te awazên xweda dikin

Nêrînên te bersivên letwanî û awarteyiyê dinişînin

Tu radize... xweda afirandinê radiwestîne

Tu her min bi min dinasîne

Ez her dibim tu

Tu jî tenê hertiştê xweş.

…………………………………

 

28 / 12 / 2007