Share |

Waneyên Rêziman Kurmacî ji weşanên Sîtav Derket

 

Pirtûka waneyên rêzimanê Kurmancî ya mamoste û lêkolînerê zimanê kurdî Nezîr Ocek ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hat çapkirin. Pirtûk ji 320 rûpelan pêk tê.

Nivîskarê pirtûkê ev zêdetirî danzdeh salan e dersên ziman û wêjeya kurdî dide. Bi tecrûbeya dersdayîna danzdeh salan ev berhem derketiye holê.

Nivîskar berhem li gorî dersdayînê, bi qayîdeyeke pir hêsan amade kiriye. Nivîskar zimanekî gelekî hêsan bikar aniye, xwendekar di fêmkirina mijaran de qet zehmetî nakişîne.

Yek ji taybetiyên vê berhemê ku ji berhemên din ên rêziman cuda dike ew e ku nivîskar mînakên xwe bi giranî li ser edebiyata kilasîk a kurdî, li ser gotinên pêşiyan û li ser gotinên navdaran dane. Bi vî awayî xwendevan bi hînbûna rêziman re li ser edebiyata kurdî ya klasîk jî dibe xwedî agahî.

Cudahiyeke din jî ew e ku şeş mijar di vê berhemê de hene lê di pirtûkên din yên rêziman de tunene. Ev mijarên rêziman heta niha tenê ji aliyê nivîskar ve hatine tespîtkirin.

Nivîskar di dawiya her mijarê de hîndarî daye, ev yek jî hem mijarê careke din tîne bîra xwendevan hem jî dihêle ku tiştê xwendevan hînbûye di hişê wî/wê de bimîne.   

Ev berhem tekane berheme ji bo hînbûn û pêşxistina rêzimana kurmancî.

 

  SÎTAV YAYINEVİ

Hastane 2. Cad. M. Nur Arvas İş Merkezi No: 4 VAN Tel: 0432 216 73 07 GSM: 0536 488 36 21

e-mail: wesanensitav@hotmail.com