Share |

Weşanxaneya Wardozê 2 pirtûk li folklora kurdî zêde kirin

Weşanxaneya Wardozê ku bi çapkirina xebatên folklorîk tê nasîn, 2 pirtûkên din ên folklorîk li folklora kurdî zêde kir. Edîtorê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran destnîşan kir ku heta ji wan tê dixwazin rengê folklara kurdî diyar bibe.

Weşanên Wardozê ku sala di 2017’an de hat avakirin û bi berhemên folklorik dest bi weşangeriyê kir,  2 pirtûkên folklorîk ên bi navê “Çîrokehelbestên Gelêrî” û “Baqek ji Folklora Beriya Mêrdînê” li folkora kurdî zêde kir. “Çîrokehelbestên Gelêrî” ji aliyê Perwîz Cîhanî û “Baqek ji Folklora Beriya Mêrdînê” jî ji aliyê Mistefa Aslan ve hatiye nivîsandin.

 

ÇÎROKEHELBESTÊN GELÊRÎ

 

Pirtûka “Çîrokehelbestên Gelêrî” ji 112 rûpelan pêk tê û têde 3 çîrokên gelêrî yên bi navê Şengê û Pengê, Mêhrû û Bilbil, Mişk û Pişk hene. Nivîskar çîrokên Şengê û Pengê û Mêhrû û Bilbil di zarokatiya xwe de di hişê xwe de xwedî kirine û nivîsandine. Lê çîroka Mişk û Pisîk jî ji farisî wergerandiye kurdî.

 

Nivîskar piştî ku pexşanên her sê çîrokan vegotiye, bi tarzeke helbestî ew nivîsandine. Nivîskar bi hostatiya xwe ev çîrok li hev anîne û honandine. Kêşeya malêkên çîrokan jî wekhev nivîsandiye. Piştî her sê çîrokan nivîskar di dawiya pirtûka xwe de cih daye ferhengok û hevbend û bêwêjan jî. Weşanxane jî di hin cihên çîrokan de cih daye wêneyên xêzkirî.

 

BAQEK JI FOLKLORA BERİYA MÊRDÎNÊ

 

Pirtûka “Baqek ji Folklora Beriya Mêrdînê” jî 144 rûpelî pêk tê. Nivîskar di pirtûkê de cih daye 51 pêkenok, 37 çîrokên gelêrî, 4 serpêhatî û 7 fablan. Nivîskar rast e rast derneketiye berhevkariyê. Pêkenok, çîrokên gelêrî, serpêhatî û fablên ku ji zarokatiya xwe heta niha li civata ku çiyê, cihê ku hatiyê qal kirin hemû di hişê xwe xwedî kiriye û nivîsandiye. Nivîskar di pirtûkê de mirov dibe Beriya Mêrdînê ku kana dewlemend a folklora kurdî ye û pêkenok, serpêhatî, fabl û çîrokên gelêrî ku bi dehan salan e li herêmê tên gotin, bi mirov dide xwendin û kenandin.

Wêneyên li ser qabê her du pirtûkan jî wêneyên Lûqman Ehmed in.

 

CARA YEKEMÎN ÇAP DIKIN

 

Edîtor û Xwediyê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran têkildarî weşandina her du pirtûkan axivî û bi awayekî berfireh qala naveroka her du pirtûkan kir. Baran diyar kir ku Perwîz Cîhanî bi salan e li ser ziman dixebite û berhevkariyê dike û ev tişt got: “Çîrokan bi tarzeke helbestî nivîsandiye. Şêweyeke gelek xweş e. Ev awa di wêje û folklara kurdî de gelek car tê dîtin. Divê mirov vê şêweyê di kurdî bi pêş bixe. Cara yekemîne em berhemeke bi vê şêweyê çap dikin. Nivîskar gelek li ser berhema xwe xebitiye. Me jî xwest keda wî bigihînin hev û bikin pirtûk û çap bikin.”

 

DERD DIYARBÛNA FOLKLORA KURDÎ YE

 

Di berdewamê de Baran destnîşan kir ku heta ji wan tê dixwazin rengê folklara kurdî diyar bibe û têkildarî Mistefa Aslan û berhema wî jî ev tişt anî ziman: “Mistefa Aslan rast e rast derneketiye berhevkariyê. Pêkenok, Çîrokên Gelêrî, Serpêhatî û Fablên ku ji zarokatiya xwe heta niha li civata ku çiyê, cihê ku hatiyê qal kirin hemû di hişê xwe xwedî kiriye. Wexta ku me dît van tiştan li civata dibêje me ji xwest binivisîne û em bikin pirtûk. Hemû nivîsand em jî li ser xebitîn û me çap kir.”

 

Mezopotamya ajansi-Amed