Share |

Xelata Çand û Hunerê ya Serokomariyê bû para hunermendê kurd Ehmed Kaya

  Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariya Tirkiyê îsal bû pişka hunermendê navdar û wefatkirî yê kurd Ehmed Kaya. Balkêş e ku xelat di roja jidayikbûna Ehmed Kaya de tê dayîn.

Xwediyên xelatên wêje, mûzîk, zanistê yên Serokomariya Tirkiyê yên îsal hatin kifşkirin.

Li gorî biryara Komîteya Xelatê, di warê mûzîkî de xelata Çand û Hunerê ya Serokomariyê bû para hunermendê navdarê kurd ê wefatkirî  Ehmed Kaya.

 Ev xelat di demekî de bo Ehmed Kaya tê dayîn ku ew bixwe ne li vê dinê ji ber ku Mijdara sala 2000 li Parîsa paytexta Fransa ji ber dilkutkê jiyana xwe ji dest da. Kaya dema wefat kir temenê wî 43 sal bû.

Sala 1999 di merasima xelata Komela Rojnamevanên Magazîn a Tirkiyê de, Ehmed Kaya ji ber ku gotibû “Ezê di alboma xwe ya nû de bi kurdî bistirêm” rastî êrişeke tund a nijadperestin tirk hatibû û jiyan jê bibû jehr û ji ber wê jî neçar ma sala 1998an Tirkiyê biterikîne.

Dadgehê jî sala 2000an, bêyî ku Ehmed Kaya amade bibe, ji ber doza ku sala 1993an bi hêceta ku digel karsaziyên kurd li Almanya wêne kişandibû, hatibû vekirin, 3 sal û 9 meh cezayê girtinê dabû Kaya.

Ehmed Kaya, 28ê Cotmeha 1957an li bajarê Meletiye yê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye û di heyama jiyana xwe ya hunerî de 19 albom derxistiye û nêzîkî 200 stran gotiye. Kaya beriya wefat bike çend klîb û stranên kurdî jî gotibû.

 

Jêder: Rûdaw