Share |

Xwezî agirê Babagorgor Dareka zeytûnê ba… Mueyed Teyib

Xwezî agirê Babagorgor Dareka zeytûnê ba… Mueyed Teyib

 

Her careka
Ez agirê Babagorgor dibînim
Ez li pirteka rejûyê digerim
Rûyên xwe pê reş bikim
Her careka
Ez zeytûneka Efrînê dibînim
Ez li pirteka rojê digerim
Dilê xwe pê geş bikim
Her car jî
Barekê rejûyê bi dest min dikeve
Lê pirteka rojê
Ji asmanan nakeve
Xanî!
Pîrê min!
Kuçkê xwe yê vemirî nîşa min bide!
Ez hemî xweliya binê wî
Bi serê xwe werbikim
Paşî bibêjim:
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şa'ir û feqîran

28/1/2018
Dihok

 

***********

Birînek

 

Tehran
Kirrnî ye
Enqere
Zirkêtkeka dirr
Şam û Bexda
Du mêşên şirr
Ev sed sal in
Dadayne ser birîneka cergbirr
Vê birînê
Ne dest hene ji xwe kiş bike
Ne pê hene ji wan bireve
Ne ziha dibe
Ne tena dibe
Ev birîn
Canê min e
Ev birîn
Dilê min e
Ev birîn
Xopana welatê min e