Share |

Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê helbestvan Bêbuhar bi bîr anî

Bi boneya salvegera 14'emîn a koça dawî ya helbestvanê Kurd Yûsif Berazî (Bêbuhar), Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şevbuhêrkeke helbestan li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û şêniyên bajêr li dar xist.

Di serî se endama yekîtiyê Hesîne Ehmed der barê rola helbestvan Bêbuhar de di pêşxistina wêjeya Kurdî de di rewşên zehmet de, her wiha rola wî di pêşxistina hunera Kurdî de, ku gelek helbestên xwe dabûn hunermendên mezin wek Mihemed Şêxo û Ciwan Haco, axivî.

Piştre, dîmenek a kurê helbestvan Bêbuhar, Xisro Yûsif Berazî hat pêşandan, ku tê de behsa jiyana bavê xwe dike, her wiha sînefizyonek li ser jiyana helbestvan û berhemên wî yên ku wî bi dengê xwe xwendine, hat pêşandan.

Her wiha, helbestvan Şama Mihemed, Newaf Mela Beşîr û Cemîl Tahir bi xwendina helbestan beşdarî şevbuhêrkê bûn.

Şevbuhêrk bi pêşkêşkirina şanoyekê li ser jiyana helbestvan ji aliyê koma dibistana şanoyê ya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve hat pêşkêşkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku helbestvan Bêbuhar di sala 1931'an de li gundê Til Cerciye yê herêma Babê ya rojhilatê bajarê Helebê ji dayîk bûye, piştre bi malbata xwe re berê xwe daye Serêkaniyê û ji sala 1943'yan ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û di 15'ê Çileya 2009'an de koça xwe ya dawî kiriye.

 

(mh-şx) ANHA