Share |

Yekemîn Mihrîcana Orkêş a Mûzîk û Sitranên Gelan Dest Pê Bû

 

Roja Şemiyê 23 – 12 – 2017 û bi tevlîbûna 38 komên hunerê, çalakiyên yekemîn Mihrîcana Orkêş a Mûzîk û Sitranên Gelan, li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê bûn.

 

Di rê û resmên vekirina mehrîcanê de, hejmarek ji sitranan, dîlokên folklorî û çend helbest ji hêla tevlîbûyan ve hatin pêşkêşkirin.

 

Ev mehrîcan dê hetanî serê vê mehê (Sersal) dom bike û paşê dê ji hêla komîteya nirxandinê ve, ji nava 38 koman bi tenê 3 kom wekî komên serkeftî bêne hilbijartin.

 

 

Bûyerpress